کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pîver / Wêne: Arşîv

Pîver / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Li Xoyê erdhejên li pey hev: Li Wanê jî hatin hîskirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Serê Kaniyê qeza: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
Kurdistan22-11-2026

Li Serê Kaniyê qeza: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

Koçberên Kurd ên Êzidî yên ku dixwazin vegerin Şingalê dê pereyan wergirin
Kurdistan22-11-2026

Koçberên Kurd ên Êzidî yên ku dixwazin vegerin Şingalê dê pereyan wergirin

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye
Kurdistan21-11-2026

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoyê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 erdhejên li pey hev çêbûn ku ya herî mezin 4,3 pile bû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku hêza erdhejê 4,5 pile bûye û li navçeya Qelqeliyê ya Wana Bakurê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Erdhejzaniyê ya Îranê, erdheja yekem şeva şemiyê demjimêr 22:51ê bi hêza 3,6 pileyan çêbûye.

Hat ragihandin ku navenda erdhejê bajarokê Fîrûreqê yê navçeya Xoyê bûye lê li tevahiya bajêr hatiye hîskirin.

Navendê da zanîn ku li heman herêmê demjimêr 00:55an erdhejeke din a bi hêza 4,3 pileyan û demjimêr 01:12an jî erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan çêbûye.

Navenda van her du erdhejan jî bajarokê Fîrûreqê bûye.

Birêvebirê Navenda Kontrolkirina Qeyranan a Urmiyeyê Hamîd Seferî li ser erdhejan daxuyaniyek da.

Hamîd Seferî eşkere kir ku di erdhejan de ti zerer çênebûne.

Li Wanê jî hat hîskirin

Li aliyê din, AFADê jî li ser erdheja li herêmê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî amarên AFADê, li herêma Xoyê bi navberên kurt 2 erdhej pêk hatine.

AFADê diyar kir ku erdheja yekem saet 00:25an bi mezinahiya 4,5 pileyan li ser sînor çêbûye.

Ev erdhej 41,82 kîlometreyan dûrî navçeya Qelqeliyê ya Wanê û di kûrahiya 7,16 kîlometreyan de tomar bûye.

Her wiha erdheja duyem jî saet 00:42yan bi mezinahiya 4,0 pileyan pêk hatiye.

Hat ragihandin ku ev erdheja duyem jî 35,70 kîlometreyan dûrî Qelqeliyê û di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

AFADê da zanîn ku her du erdhej li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî hatine hîskirin.

Pirsên