Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di lihevqelibîna 2 otomobîlan de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya bejahî ya Qoser û Serê Kaniyê rû da.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, 2 otomobîl ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîne û di encamê de 7 kes birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya yekem birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.
Ji birîndaran 2 kes tevî hemû hewildanên bijîşkan li nexweşxaneyê mirin.
Hat zanîn ku dermankirina 5 birîndarên din berdewam dike.



