Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Encumena Parêzgeha Nînowayê da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê erê kiriye ku di budceya sala bê de pereyê "teşwîqa vegerê" ji bo koçberên Şingal û Nînowayê ji nû ve were terxankirin.
Li gorî vê biryarê, Kurdên Êzidî yên koçber piştî vegera xwe dê 4 milyon dînarî û koçberên din jî dê 1,5 milyon dînarî wergirin.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê yê Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Roja duşemê 16ê Çiriya Paşîn piştî hevdîtina me ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî re, me xwest ew alîkariya diravî ya ku wekî piştgirî didan koçberan ji nû ve dest pê bike."
Mihemed Casim Kakeyî diyar kir ku pêvajoya tazmînkirinê dê bi vî awayî be:
Malbatên Kurd ên Êzidî yên li kampan ku dixwazin vegerin Şingalê, dê 4 milyon dînar wergirin.
Kesên ku li Herêma Kurdistanê yan jî li başûrê Îraqê koçber in, ji bo vegera ser zêdên xwe dê 1,5 milyon dînarî wekî tazmînat wergirin.
Di budceya sala bê de cih digire
Mihemed Casim Kakeyî her wiha da zanîn ku ev alîkarî salên 2022 û 2023yan dihat dayîn lê ji sala 2024an ve hatibû rawestandin û got:
"Serokwezîrê Îraqê soz da ku ev pere di budceya bê de were dabînkirin da ku bibe teşwîqek ji bo vegera koçberan, bi taybetî jî ya Kurdên Êzidî."
Sala 2014an ji ber êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê, piraniya xelkê wê koçberî Herêma Kurdistanê bûbû.
Piştî rizgarkirina navçeyê beşek ji wan vegeriyan cih û warên xwe.
Hikûmeta Îraqê demeke dirêj e hewl dide hemû kampan bigire û koçberan vegerîne lê wêranbûna xaniyan û kêmasiya xizmetguzariyan a li Şingalê wekî astengiyên sereke li pêşiya vegerê dimînin.



