Hewlêr (Rûdaw) - Qehtan Wendawî li ber Serokê Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û wekî Parêzgarê nû yê Kerkûkê bi awayekî fermî dest bi erkê xwe kir.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê vê sibehê Qehtan Wendawî piştî wergirtina fermana komarî, li gorî Madeya 29an a Yasaya Parêzgehan a hejmar 21ê ya sala 2008an, li ber Dadger Qasim Mihemed Silêman Ezawiyê Serokê Dadgeha Kerkûkê rêkarên yasayî temam kirin û sonda yasayî xwar.
Qehtan Wendawî bi vî awayî bi awayekî fermî erkê Parêzgariya Kerkûkê wergirt.
Qehtan Wendawî beriya merasîma sondxwarina yasayî ya li dadgehê, hejmarek biryar û fermanên îdarî ji saziyên xizmetguzariyê û dezgehên bajêr re şandine ku Şaredariya Kerkûkê û Şirketa Petrolê ya Bakur jî di nav wan de ne.
Parêzgarê nû yê Kerkûkê Qehtan Wendawî piştî sondxwarinê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
"Divê welatî bizanin ku welatiyek bûye parêzgar ku di avahiya xwe de rûnane, dê li kolan, kuçe, cade û dikanan li gel we be û guhdariya we bike.
Îro ez ne parêzgar im, hemû xelkê Kerkûkê parêzgar e û ez xizmetkarê we me.
Desthilat tenê di destê min de nîne, di destê hemû welatiyan de ye."
Parêzgarê nû yê Kerkûkê li ser bernameya xebatê û projeyên xwe yên ji bo bajêr anî zimên ku ew dê hewl bidin pirsgirêkên hemû pêkhateyan çareser bikin û got:
"Gelek kêmasî hene ku divê dest bidin ser wan. Hêz û şiyaneke me ya gelekî baş heye.
Gelek projeyên nû, kevn û temamnekirî hene ku divê li ber çavan bên girtin; ji jeneratoran bigire heta xizmetguzariyên binesaziyê û dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanên me yên bêkar."
Qehtan Wendawî ji xelkê bajêr piştgirî xwest û got:
"Çavê min li duaya xelkê û piştgiriya her kesî ye.
Hêvîdar im hûn bi me re bin da ku em bi hev re karên baş bikin û bajarekî gelekî xweşiktir û çêtir ava bikin."
Dê tenê mehek û nîv li ser kar bimîne
Encumena Parêzgeha Kerkûkê 14ê Çiriya Paşîn di civîneke awarte de, bi dengê 14 endaman ji 15 endamên amade, namzedê Eniya Tirkmenan Qehtan Wendawî wekî parêzgarê nû hilbijart.
Li gorî wê peymana siyasî ya di navbera pêkhateyên Kerkûkê de ji bo bihevguhertina erkan, mayîna Qehtan Wendawî ya li erkê parêzgariyê dê tenê mehek û 15 rojan be.
Li gorî peymana di navbera aliyên siyasî yên Kerkûkê de, biryar e bi destpêkirina sala nû re guherînên berfireh di piraniya postên bilind û îdarî yên parêzgehê de bên kirin.
Li gorî peymanê, Ereb dê erkê parêzgar û serokê desteya veberhênanê wergirin, Tirkmen dê alîkarekî parêzgar û qeymeqamê navendê wergirin, Kurd jî dê posta serokê encumena parêzgehê û fermandarê polîsan wergirin.


