Hewlêr (Rûdaw) - Jîngehparêzên Zagrosê li quntara Çiyayê Şahoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo zarokan çalakiyeke jîngehî li dar xist.
Îro endamekî Rêxistina Jîngehparêzên Zagrosê ji Rûdawê re got:
“Bi armanca perwerdekirina zarokan û agahdarkirina wan a li ser mijarên jîngehê, me li quntara Çiyayê Şahoyê çalakiyeke jîngehî bi rê ve bir.”
Wî endamê Rêxistina Jîngehparêzên Zagrosê her wiha got:
“Çalakî bi amadebûna beşek ji xelkê gundê Wêziyerê û jîngehparêzên Kamyaranê bi rê ve çû.”
Kew hatin azadkirin û zarok fêrî çandina berûyan bûn
Li gorî gotina wî endamê Rêxistina Jîngehparêzên Zagrosê, di çalakiyê de zarok li ser çawaniya parastina jîngeh û ajelên di nava xwezayê de hatin agahdarkirin.
Her wiha li wê derê çend kew hatin azadkirin û qefesên kewan hatin şewitandin.
Endamê Rêxistina Jîngehparêzên Zagrosê amaje bi wê yekê jî kir ku li quntara Çiyayê Şahoyê zarok hatin fêrkirin bê çawa berûyan biçînin.
Sirûda jîngehê hat pêşkêşkirin
Ev çalakî bi hevkariya Koma Muzîkê ya Dîlanê ya li Kamyaranê hat kirin û di dawiya çalakiyê de zarokan sirûdeke jîngehî pêşkêş kir.
Salane li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan hektar daristan û çêrgeh ji ber sedemên cuda ji nav diçin.
Ev yek bûye sedema zêdebûna çalakiyên xwebexş ên jîngehdost û parêzvanên xwezayê.


