Amed (Rûdaw) - Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya bi Abdullah Ocalan re, gavên ku tê çaverêkirin di pêvajoya çareseriyê de bên avêtin dîsa ketin rojevê.
Paşeroja pêvajoyê û dema ketina meriyetê ya Yasaya Çarçoveyê bûne cihê meraqê. Her wiha tê meraqkirin ka dê 27ê Çiriya Paşîn di salvegera damezirandina PKKyê de bangeke nû bê kirin an na.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê pirsên Rûdawê yên li ser vê mijarê bersivandin.
Tulay Hatîmogullari ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivî. Hatîmogullariyê tekez kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê dewlet û desthilat gavên şênber bavêjin.
Hatîmogullariyê diyar kir ku ew li bendê ne di civîna meha Çiriya Paşîn a Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) de li ser bicihanîna Yasaya Çarçoveyê biryar bê dayîn.
Wê her wiha da zanîn ku li pêşiya çûna rojnameger, siyasetmedar û akademîsyenan a Îmraliyê êdî ti astengî nemaye.
Hatîmogullariyê nîqaşên li ser “Lihevkirina Bajaran” jî nirxandin. Wê destnîşan kir ku Lihevkirina Bajaran ne tenê ji lihevkirina du partiyên siyasî pêk tê.
Hatîmogullariyê nameya Ekrem Îmamoglu ya li ser pêvajoya aştiyê jî wekî “gelekî girîng û biqîmet” bi nav kir.
“Tê çaverêkirin ku dewlet û desthilat gavên şênber bavêjin”
Rûdaw: Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû giravê. Di raya giştî de jî li ser vê hevdîtinê bendewarî hene. 27ê Çiriya Paşîn salvegera damezirandina PKKyê ye. Hûn li benda bangeke nû ne? Hûn li bendê ne çi gavên şênber bên avêtin û bangeke çawa bê kirin?
Tulay Hatîmogullari: Bendewariya me ya zelal a ji vê pêvajoyê ew e ku Yasaya Çarçoveyê bi lez bikeve meriyetê. Niha li seranserê Tirkiyeyê bendewariya sereke ya gel, derdorên siyasî û her kesî ev e.
Lê rewşeke wisa heye ku pêvajo li ser demê tê belavkirin û hêdî bi rê ve diçe. Em hêvî dikin ku bi vê tevgera niha re pêvajo bileztir bibe. Em jî dixwazin bileztir bibe.
Her wiha em hêvî dikin ku Desteya Ewlekariya Neteweyî di civîna xwe ya meha Çiriya Paşîn de Yasaya Çarçoveyê bixe rojeva xwe û li ser wê biryarê bide. Çimkî hûn jî dizanin, bicihanîna Yasaya Çarçoveyê bi biryara MGKyê ve hat girêdan. Ji ber vê yekê heta ku di vê mijarê de gavek neyê avêtin yasa wisa dimîne. Hîn di pratîkê de me encamek wernegirtiye.
Gelo dê bangên nû çêbibin? Birêz Ocalan li ser derbaskirina xitimîna pêvajoyê berê bangên girîng kirin û peyamên girîng dan. Em hêvî dikin di vê mijarê de bangeke nû jî bê. Lê Birêz Ocalan li Îmraliyê bi rastî jî ji tiştê ku dikeve ser milê wî zêdetir dike.
Bi heman awayî tevgerê jî û rêxistinê jî heta îro erka ku dikeve ser milê wan bi cih aniye. Çi pêwîst bûye ku bikin û li ser maseyê çi hatibe axaftin, wan ew xistiye pratîkê.
Niha tê çaverêkirin ku dewlet û desthilat gavên şênber bavêjin. Rêya ku pêvajo derkeve asteke bilindtir jî hinekî di vir re derbas dibe.
“Divê li pêşiya çûna rojnamegeran a Îmraliyê astengî nebe”
Rûdaw: Tê gotin ku dê hinek rojnameger, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl biçin Îmraliyê. Li ser navên ku dê biçin ti agahiyeke we heye?
Tulay Hatîmogullari: Ev mijar bi rastî ji mêj ve di rojevê de ye. Piştî ku Birêz Ocalan banga 27ê Sibatê kir, yekser dihat çaverêkirin ku rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnas biçin giravê. Lê heta niha serdaneke wiha pêk nehatiye.
Dema ez dibêjim pêvajoyê rêyeke girîng biriye, mebesta min ev e: Tevger ji hemû qadên ku gotibû dê jê vekişe, vekişiya. Yasaya Çarçoveyê derket lê bi biryara MGKyê ve hat girêdan û nayê bicihanîn.
Baş e, êdî li benda çi ne? Astengiya li pêşiya wê yekê ku rojnameger biçin û hevpeyvînê bikin çi ye? Bi rastî ji serî ve nedibû ku astengiyeke wiha hebûya lê astengî hatin çêkirin.
Niha êdî divê ti astengî nemabe. Li gorî dewletê jî û li gorî desthilatê jî divê astengî nemabe. Tevî vê yekê jî hîn serdaneke wiha pêk nehatiye. Em hêvî dikin di vê mijarê de jî bilezbûnek çêbibe.
Em difikirin ku bi destpêkirina bicihanîna yasayê re, di derbaskirina hinek xitimînên di vî warî de dê pêşketineke zêdetir bê bidestxistin. Ji aliyê hevdîtin, serdan, hat û çûn û vê tevgerê ve jî em vê yekê girîng dibînin.
“Lihevkirina Bajaran ne peymana du partiyên siyasî ye”
Rûdaw: Wekî ku ez fêm dikim Lihevkirina Bajaran bi dawî bû. Piştî wê di navbera Partiya Zaferê û Partiya NÛ de hevdîtinek pêk hat. Partiya NÛ ragihand ku ew dê endaman nede Komîsyona Çavdêriyê jî. Di vê mijarê de têkilî bi temamî qut bûn? Hûn dixwazin çi bibêjin?
Tulay Hatîmogullari: Eger hûn Lihevkirina Bajaran wekî peymaneke di navbera du partiyên siyasî de binirxînin hûn dê şaş binirxînin.
Li gorî me Lihevkirina Bajaran ew e ku hemû dînamîkên siyasî û civakî yên di nava bajarekî de li hev bikin û hevpariyê ava bikin. Em Lihevkirina Bajaran wiha fêm dikin. Ji ber vê yekê encama “Lihevkirina Bajaran qediya” ji vir dernakeve. Ev dê bibe şîroveyeke şaş.
Çimkî me heta îro her tim deriyên xwe vekirî hiştine ku em bi hemû dînamîkên siyasî û civakî yên bajêr re li gorî pêdiviyên wî bajarî siyasetê ava bikin û hem di asta navendî de û hem jî di asta xwecihî de siyaseteke hevpar bi pêş bixin. Ji niha û pê ve jî dê wiha be.
Mijara li vir bi daxuyaniyeke Birêz Ozgur Ozel ve girêdayî ye. Piştî vê daxuyaniyê bandorên cuda jî çêbûn. Helwesta ku Birêz Ozgur Ozel heta îro nîşan daye erênî bû. Em dixwazin ji niha û pê ve jî di seranserê pêvajoyê de vê helwesta erênî bidomîne.
Di vê mijarê de xaleke din jî heye ku divê ez bînim zimên. Birêz Ekrem Îmamoglu ji girtîgehê nameyek, nivîsek şand. Nivîseke gelekî erênî bû ku tê de pêvajo bi têgihîştineke mezin nirxandibû.
Îmamoglu diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji hemû aktorên siyasî û partiyan gelekî bilindtir e. Bi eşkereyî ez dixwazim destnîşan bikim ku em vê yekê gelekî girîng û biqîmet dibînin.


