Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku piştî peyama Serok Mesûd Barzanî di têkiliyên li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de gaveke nû hatiye avêtin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Bilind Îsmaîl ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku peyama Serok Barzanî ya ji bo partiyên siyasî ji bo dan û standinan deriyekî nû vekiriye.
Îsmaîl got, “Rast e ku ev pirsgirêk bi civînekê tenê çareser nabin lê di rewşa heyî de ev ne destpêkeke xerab e û hêvîdar im encamên baştir bên bidestxistin.”
“Dê polîtburo bersiva daxwazan bidin”
Îsmaîl da zanîn ku di civînê de “her du aliyan jî nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe anîne zimên” û ragihand ku tê plankirin polîtburoyên YNK û PDKyê van daxwazan gotûbêj bikin û bersiva hevdû bidin.
Bilind Îsmaîl bal kişand ser aktîfkirina parlamentoyê û got:
“Me bi aktîfkirina ji nû ve ya parlamentoyê qewareya Herêma Kurdistanê parast.
Çimkî parlamento saziya rewa ya bingehîn e ku hemû saziyên din, hikûmet jî di nav de, rewatiya xwe jê werdigirin.”
Li gorî gotina Îsmaîl, eger parlamento ji nû ve nehatiba aktîfkirin, bi taybetî ji bo hilbijartinên paşerojê ku pêwîstiya wan bi komîsyoneke hilbijartinan heye ku rewatiya xwe ji parlamentoyê werbigire, metirsiya “valahiyeke yasayî” dê derketa holê.
Bilind Îsmaîl li ser daxwazên YNKyê yên di civînê de eşkere kir ku sê mijarên sereke hene:
“Hilweşandina serokatiya parlamentoyê, rewşa wan 3 parlamenterên fraksiyona YNKyê yên ku beşdarî rûniştinê bûne û mijarên din ên ewlehiyê.”
“Ti pêwendiya vê bi me re nîne”
Îsmaîl diyar kir ku “Mijara hilweşandina serokatiya parlamentoyê niha nayê kirin û PDK nikare ji vê yekê berpirsyar bê dîtin çimkî ev ne mentiqî ye” û wiha pê de çû:
“Eger endamên YNKyê bên parlamentoyê û li gorî peymana li ser dabeşkirina post û erkan beşdarî rûniştinan bibin, serokatiya parlamentoyê dikare ji nû ve bê hilbijartin.”
Îsmaîl li ser çarenivîsa wan sê parlamenterên YNKyê yên ku beşdarî rûniştina ji nû ve aktîfkirina parlamentoyê bûbûn jî got ku wan kesan “erkekî gelekî mezin ê neteweyî bi cih aniye” û ti pêwendiya vê mijarê bi PDKyê re nîne.
Îsmaîl anî zimên:
“Ev pirsa wan bi xwe ye û ti kesek ji wan tevlî PDKyê nebûye.
Rewşên bi vî rengî berê jî çêbûne. Mafê wan nîne ku vê mijarê têxin stûyê me çimkî ti pêwendiya vê bi me re nîne.”
“Pêşîneya me avakirina hikûmetê ye”
Bilind Îsmaîl axaftina xwe wiha bi dawî anî:
“Pêşîneya me ew e ku em li gel birayên xwe yên di YNKyê de bigihîjin peymanekê û bi hev re hikûmetekê ava bikin.
Em naxwazin li Herêma Kurdistanê valahiyeke birêvebirinê çêbibe çimkî ev ji bo hemû gelê Kurd bizerer e. Em dikarin bigihîjin peymanekê.”


