Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li şikefta bi navê “Ecnebî” gelek hestiyên serê mirovan û hestiyên laş hatin dîtin.
Piştî ku agahî gihîştin Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, 19ê Çiriya Paşîn şandeyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çû şikefta ku li gundewarên Boşat û Çîçikayê yên Farqînê ye.
Wê şandeyê li wir lêkolîn kir û di encamê de di her sê qatên şikeftê de hestiyên mirovan hatin dîtin.
Her wiha Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî li ser mijarê pêşniyarpirsek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
“Dibe ku hinek ji seriyan yên zarokan bin”
Li gorî agahiyên şandeyê, di qata yekem a şikeftê de çend hestiyên serê mirovan û hestiyên laş hatin dîtin.
Lê di qata duyem de hejmareke zêde ya hestiyan hebû û li wir di navbera 15 û 20 serên mirovan û bi sedan hestî hatin dîtin.
Tê texmînkirin ku hinek ji seriyan yên zarokan bin.
Her wiha li ser hinek hestiyan şopên ku dibe ku ji ber guleyan çêbûbin hatine dîtin.
Di qata sêyem a şikeftê de jî hestiyên mirovan hatin dîtin.
Endamê Komîsyona Kesên Winda ya Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Firat Akdeniz got ku wan di qata duyem de ji ya ku texmîn dikirin zêdetir hestî dîtine.
Wî her wiha destnîşan kir ku dibe ku hinek hestî hîn jî di bin axê de bin û hinek ji seriyan jî dibe ku yên zarokan bin.
Ji dozgeriyê xwestin ku heta lêkolînê şikeft bê parastin
Piştî dîtina hestiyan, Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Amedê û şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê serî li Dozgeriya Giştî ya Farqînê da.
Wan saziyan xwest ku şikeft bê parastin, lêkolîn bi lez bê kirin û hestî ji bo tespîtkirina nasname û temenê wan ji Saziya Tiba Dadî re bên şandin.
Her wiha hatiye xwestin ku ji malbatên kesên ku berê li herêmê winda bûne nimûneyên DNAyê bên wergirtin û bi hestiyên ku hatine dîtin re werin berawirdkirin.
Herêm di salên 1990î de bi îdiayên windakirina mirovan a bi zorê û kuştinên kiryarnediyar di rojevê de bû.
Wan saziyan her wiha xwestiye ku tomarên girtinên berê yên li herêmê bên lêkolînkirin, li şahidan bê guhdarîkirin û kesên berpirsiyar bên nasîn.
Parlamenterê Amedê pêşniyarpirs da
Piştî ku mijar ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ji bo eşkerekirina rastiya bûyerê û derxistina berpirsiyaran a li pêşberî dadgehê, pêşniyarpirseke nivîskî pêşkêşî parlamentoyê kir û avakirina Komîsyona Rastiyan û Rû bi Rû Bûnê xwest.
Eren xwest bê eşkerekirin ka hestiyên ku hatine dîtin yên kê ne, ew kes di kîjan mercan de û ji aliyê kê ve hatine kuştin.
Eren di pêşniyarpirsa xwe de tekezî li ser girîngiya lêkolînkirina têkiliya van hestiyan a bi bûyerên şkencekirin, windakirina bi zorê û kuştinên kiryarnediyar ên salên 1990î yên li Farqînê û derdora wê qewimîne kir.
Wî her wiha got divê lêkolîn tenê bi salên 1990î ve neyê sînordarkirin û bûyerên demên piştî wê jî bên lêkolînkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku bi hezaran malbat hîn jî li pey gorên xizmên xwe ne û got aştiya mayînde û aramiya civakî bêyî rû bi rû bûneke rast a bi rabirdûyê re pêkan nîne.
Hîn jî nasnameya kesên ku hestiyên wan li şikeftê hatine dîtin, dema mirina wan û sedema mirina wan nehatine zelalkirin.



