کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serok Mesûd Barzanî / Wêne: Arşîv

Serok Mesûd Barzanî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir
Kurdistan24-11-2026

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser bipêşketinên dawî û pêwendiyên bi Bexdayê re peyameke tund belav kir.

Serok Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê nakeve bin barê ti biryareke nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyê.

Serok Mesûd Barzanî îro di peyameke nivîskî de bal kişand ser tevgerên li dijî Herêma Kurdistanê.

"Li dijî Herêma Kurdistanê tevgereke nexwezayî heye"

Serok Barzanî destnîşan kir ku ev demeke li navendên biryardanê yên Îraqê tevgereke nexwezayî li dijî Herêma Kurdistanê tê dîtin û got:

"Ev yek di hewldanên ji bo binpêkirina prensîbên federalîzmê û Destûra Îraqê de xwe nîşan dide.

Her wiha ev helwest tê wateya paşguhkirina mafên gelê Kurdistanê û sepandina biryar û ramanên nesaxlem û serpêhatîxwaz."

Serok Barzanî bi bîr anî ku gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke dûrûdirêj daye meşandin.

Wî da zanîn ku gelê Kurdistanê di vê rêyê de karesatên mezin ên wekî Enfal, kîmyabaran, wêrankirina bi hezaran gundan, koçberkirina bi darê zorê û guherîna demografiya navçeyên Kurdan dîtiye lê îradeya xwe winda nekiriye û li hemberî her cûre zordariyê rawestiyaye.

"Prensîbên destûrê hatin binpêkirin"

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Herêma Kurdistanê sala 2003yan di rûxîna rêjîmê, bidawîanîna dîktatoriyê, avakirina Îraqa nû û nivîsandina destûrê de xwedî roleke sereke bûye.

Barzanî destnîşan kir ku ev yek bi biryara Parlamentoya Kurdistanê pêk hatibû û got:

"Me hemûyan wisa dizanî ku di Destûra Îraqê de erk û mafên her kesî hatine diyarkirin û desthilatdarên Îraqê dê rêzê li destûr û îradeya gel bigirin.

Lê mixabin destûr nehat bicihanîn. Roj bi roj dest bi dijayetîkirina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê hat kirin.

Prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê hatin binpêkirin ku ew prensîb di her serdemekê de mifteya rizgarkirina Îraqê ya ji krîzan û gihîştina bi aramiyê ne."

"Çareserî bi biryarên yekalî nabe"

Serok Mesûd Barzanî li ser helwesta xwe ya li hemberî hikûmeta nû ya Îraqê jî axivî û got:

"Me ji destpêkê ve di çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna gendeliyê de piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî ragihand û me bi pratîkî ev yek pêk anî.

Niha li dijî Herêma Kurdistanê kampanyayeke xapînok û neheq heye û rojane tohmetên bêbingeh tên belavkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina pirsgirêkan bi kampanyayên şaş, tohmetên bêbingeh û biryarên yekalî nabe.

Çawa ku em di nehêlana gendeliyê de alîkarê Serokwezîrê Îraqê bûn, em dê di rêlibergirtina karên neyasayî û diyardeya qaçaxçîtiyê de jî alîkar bin lê ev yek divê bi rêyên yasayî û destûrî be."

"Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e"

Serok Barzanî bangî hemû aliyan kir ku pêbendî prensîbên destûrê bin û destnîşan kir ku divê li vî welatî aqil serdest be û ti kes pişta xwe nede hestên kesane, zanyariyên şaş û biryarên wêranker.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir:

"Herêma Kurdistana Îraqê berhema xebat û qurbaniyên sed salî yên gelê Kurdistanê ye û bi xwîna sed hezaran şehîdan hatiye avakirin. Ew xwedî mafên xwe yên rewa ye.

Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyekî."

Daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

"Ev demeke li navendên biryardanê yên Îraqê de li dijî Herêma Kurdistanê liv û tevgereke neasayî tê dîtin ku xwe di hewldana binpêkirina prensîbên federalî û Destûra Îraqê, piştguhkirina mafên gelê Kurdistanê û derxistina biryar û ramanên netendurist û serpêhatîxwazane de dibîne.

Hemû alî vê yekê baş dizanin ku gelê Kurdistanê di rêya bidestxistina mafên xwe de xebateke dûr û dirêj daye û di vê rêyê de karesatên mezin bi ser de hatine; ji Enfal û kîmyabaranê bigire heta wêrankirina bi hezaran gundan, derkirina bi darê zorê, guhertina demografîk a navçeyên Kurdan û bi dehan tawanên mezin ên din ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.

Lê belê gelê Kurdistanê îradeya xwe winda nekir û bi xwîn û qurbaniyên xwe li hemberî her cûre zordariyê rawestiya.

Herêma Kurdistanê sala 2003yan di rûxandina rejîmê û dawîlêanîna dîktatoriyê de xwedî roleke sereke bû.

Her wiha di avakirina Îraqa nû û dariştina destûrê de xwedî roleke mezin bû; destûrek ku di bin siya wê de hemû Îraqî bêhna xwe vedin û dawî li nehametî û înkarkirinê were.

Ew rol jî bi biryara Parlamentoya Kurdistanê bû ku rê da hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê beşdarî rûxandina rejîmê û avakirina Îraqa nû bibin.

Me hemûyan wisa dizanî ku di Destûra Îraqê de erk û mafên hemû aliyan hatine bicihkirin û desthilatdarên Îraqê dê rêzê li destûr û îradeya gel bigirin.

Lê mixabin destûr nehat bicihanîn û roj bi roj dest bi dijberiya maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê û binpêkirina prensîbên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê hat kirin ku ew prensîb di hemû serdeman de mifteya rizgarkirina Îraqê ya ji krîzan û gihîştina bi pêşketin û aramiya ji bo hemû Îraqiyan bûn.

Li ser hikûmeta nû ya Îraqê, me her ji destpêkê ve di çareserkirina pirsgirêkan de piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî ragihand û di rûbirûbûna gendeliyê de em bûn piştgirê wî û me di pratîkê de jî ev yek pêk anî.

Niha jî ku kampanyayeke berovajîker û zilmê li dijî Herêmê heye û rojane tohmetên neheq li dijî Herêmê tên belavkirin, em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina pirsgirêkan bi kampanyayên nerast, tohmetên bêbingeh û biryarên yekalî pêk nayê.

Em çawa di jiholêrakirina gendeliyê de alîkarê Serokwezîrê Îraqê bûn, em dê bi heman awayî di rêlibergirtina karên neyasayî û diyardeya qaçaxçîtiyê de jî bibin alîkar, lê belê bi rêya yasayî û destûrî.

Pêwîst e em hemû dest bi prensîbên destûrê ve bigirin. Li vî welatê ku ji bo rizgariya ji dîktatoriyê û gihîştina bi azadiyê gelek zehmetî dîtine, divê aql serwer be û ti kes pişta xwe nede mîzac, zanyariyên şaş û biryarên nerast û malwêranker.

Em tekez jî dikin ku Herêma Kurdistana Îraqê di encama xebat û qurbaniyên sed salî yên gelê Kurdistanê de û bi xwîna bi sedhezaran şehîdan hatiye holê û xwedî mafê xwe yê rewa ye.

Herêma Kurdistanê naçe bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyan."


Nûçeyên Têkildar

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir
Kurdistan24-11-2026

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin

Pirsên