کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoya Tevgera Goranê / Wêne: Rûdaw

Logoya Tevgera Goranê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir
Kurdistan24-11-2026

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Goranê ragihand li ser biryarên Serokwezîrê Îraqê got,"Biryarên îro yên Serokwezîrê Îraqê bipêşketineke metirsîdar e ku desthilata navendî xurt dikin û bingehên federalîzmê lawaz dikin."

Tevgera Goranê li ser biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Ew biryar li ser xistina hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di bin desthilata federal de û destdanîna Wezareta Petrolê ya Îraqê ya li ser mohleta hinartina petrolê bûn.

Tevgera Goranê diyar kir, "Em tekez dikin ku çareserkirina van pirsgirêkan nabe bibe hincet ji bo binpêkirina destûrê.

Nabe desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên lawazkirin û pêgeha Kurdan di hevkêşeya nû ya Îraqê de bê biçûkkirin."

"Divê destûr ji bo çareseriyê bibe bingeh"

Tevgera Goranê ji hikûmeta federal a Îraqê xwest ku bi hevahengiya tam a li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê van biryaran careke din binirxîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Divê destûr ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe bingeh. Desthilatên Herêma Kurdistanê yên wekî qewareyeke federal a naskirî, bi taybetî di warê birêvebirina sektora enerjî, neft û gazê de, divê bibe erkekî hevpar û destûrî yê her du aliyan."

Tevgera Goranê eşkere kir ku ew piştgiriyê didin nehêlana qaçaxçîtiyê, pêkanîna şefafiyetê û lêpirsîna li gel gendelkaran li Îraq û Herêma Kurdistanê.

Lê Tevgera Goranê tekez kir ku çareserkirina van dosyeyan nabe bibe hinceta binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

"Parçebûna navxweyî Herêma Kurdistanê lawaz kiriye"

Tevgera Goranê bal kişand ser wê yekê ku ev gavên Bexdayê zengilekî metirsîdar in.

Li gorî daxuyaniyê, perçebûna navxweyî, lawaziya saziyên niştimanî û nebûna hikûmraniyeke durist pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz kiriye û rê daye ku mafên destûrî paşve biçin.

Tevgera Goranê bi bîr anî ku dîrokê îspat kiriye, her gava navmala Kurdistanê parçe be mafên neteweyî û niştimanî dikevin metirsiyê.

Banga yekîtiyê li hêzên siyasî

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê qonaxa hesas de parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên neteweyî berpirsyariyeke dîrokî ye li ser milê her kesî.

Ji ber vê yekê, Tevgera Goranê bangî hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku di dema herî nêzîk de bicivin û nakokiyên duyemîn deynin aliyekî.

Tevgera Goranê xwest ku stratejiyeke niştimanî ya yekgirtî bê amadekirin, xwedî li mafên neteweyî bê derketin û piştgiriya cemawerî bê xurtkirin da ku bi yek helwestê parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bê kirin.


Nûçeyên Têkildar

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir
Kurdistan24-11-2026

PDK û YNKyê li dijî biryara Îraqê daxuyaniyeke hevpar belav kir

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê pêwendiyên dîrokî nirxandin

Pirsên