Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku daxuyaniyên dawî yên Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê cihê metirsî û dilgiraniyê ne.
Serokê Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Dadwer Ebdilcebar Ezîz Hesen li ser peyamên dawî yên Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
"Destûrê sînor û maf diyar kirine"
Dadwer Ebdilcebar Ezîz Hesen di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Destûra Îraqê bi awayekî zelal rêkarên pêwendiyan, dabeşkirina maf û desthilatan a di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta federal a Îraqê de diyar kiriye.
Serokê Encumena Dadweriyê destnîşan kir ku divê çareserkirina pirsgirêk û astengiyan li ser bingeha destûr, yasa, rêzgirtina li diyalogê û peymanan be.
Ebdilcebar Ezîz Hesen her wiha anî zimên ku bikaranîna zimanê zext û hêzê xizmeta ti aliyê nake û aramiya Îraqê dixe nav metirsiyê.
"Zererê dide tevahiya Îraqê"
Serokê Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Dadwer Ebdilcebar Ezîz Hesen ji hikûmeta federal xwest ku di çarçoveya destûrê de li pey çareserkirina pirsgirêkan be û pê de çû:
"Em ji hikûmeta federal dixwazin ku ji bo pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê li ser dîtina çareseriyên destûrî berdewam be.
Her hewl û rêkareke din a li derveyî çarçoveya destûrî û yasayî edaletê pêk nayîne û dê zererê bide tevahiya Îraqê."



