Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bipêşketin, aştî û paşeroja Herêma Kurdistanê girêdayî bihêzkirin û beşdariya çalak a jinan e û got, “Divê jin di navendên biryardanê de cih bigirin.”
Nêçîrvan Barzanî îro (çarşemê 25ê Çiriya Paşîn a 2026an) bi boneya Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Tundiyaa li Dijî Jinan peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got, "Di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Tundiya li Dijî Jinan de, em pêbendbûna xwe ya neguher a ji bo parastina mafên jinan, çespandina azadî û wekheviyê û rûbirûbûna her cure tundûtîjî û cudakariyê li dijî keç û jinan ducare dikin."
“Em qurbaniyên tundûtîjiyê bi bîr tînin”
Nêçîrvan Barzanî qurbaniyên tundjiyê bi bîr anîn û bal kişand ser serweriya yasayê û wiha got:
“Bi rêz ve em qurbaniyên tundiyê bi bîr tînin û tekez dikin ku piştrastkirina malbatên wan tenê bi serweriya yasayê, dadweriyê û rêlibergirtina yekcarî ya ducarebûna van tawanan dibe.”
“Em dê hevahengiyê bidomînin”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku divê jin di navendên biryardanê de cih bigirin û wiha pê de çû:
“Bipêşketin, aştî û paşeroja Herêma Kurdistanê girêdayî bihêzkirin û beşdariya çalak a jinan a di hemû warên jiyanê û navendên biryardanê de ye.
Ji bo vê armancê jî em dê hevahengiya xwe ya bi saziyên fermî, civaka sivîl, mamosteyên olî, navendên perwerdeyê, medya û ciwanan re bidomînin ji bo belavkirina çanda lêborînê, aştîxwaziyê û netundiyê.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de silav li çalakvanan kir û bangî her kesî kir û got:
“Silav û rêz ji bo wan hemû jin, çalakvan û parêzvanên ku bi navê wekheviyê têdikoşin. Werin em hemû bi hev re ji bo Kurdistaneke aramtir û dadperwertir bixebitin ku ji her cure tundûtîjî, tirs û cudakariyê dûr be.”



