کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e
Kurdistan26-11-2026

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in
Kurdistan26-11-2026

Rojhilat, Rojava û Başûrê welêt li dijî biryarên Îraqê Ii ser pêyan in

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike
Kurdistan26-11-2026

Cansu Ozdemîr: Îraq hewl dide gav bi gav Herêma Kurdistanê kontrol bike

Hewlêr (Rûdaw) - Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî di peyameke vîdeoyî de ku ji Rûdawê re şand, tekeziyê li ser parastina Herêma Kurdistanê û yekîtiya Kurdan dike û dibêje, “Kurdistan yek e û yekrêziya gelê Kurd hêza me ye.”

Şêx Murşîd Meşûq Xeznewî di peyama xwe de balê dikişîne ser gefên li ser Herêma Kurdistanê û tîne zimên:

“Îro dijminên gelê Kurd dixwazin îradeya gelê me bişikînin û vê herêma pîroz ji mafên wê yên destûrî û yasayî bêpar bikin.

Ev destkeft bi xwîna sed hezaran şehîdan hatine bidestxistin, ne wekî diyarî.”

Xeznewî destnîşan dike ku pirsgirêkên heyî ne tenê îdarî ne û pê de diçe:

“Tişta ku îro li Herêma Kurdistanê tê kirin ne tenê nakokiyên îdarî ne, êrişeke li ser bingeha hebûna miletê Kurd e û hewla vegerandina serdema berê ye, serdema navendîbûna stemkar.”

“Herêma Kurdistanê sîwana hemû Kurdan e”

Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî diyar dike ku Herêma Kurdistanê sîwana hemû Kurdan e û dibêje:

“Herêma Kurdistanê ne tenê parçeyek erd e, ew bingeha rûmetê ye ji bo her Kurdekî li cîhanê.

Destdirêjiya li ser Herêmê, destdirêjiya li ser her malbateke Kurd a li Mehabad, Qamişlo, Amed, Hewlêr û Silêmaniyê ye.”

Xeznewî di dawiya peyama xwe de destnîşan dike ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ne alternatîv lê belê erkek e li ser miletê Kurd û dibêje:

“Çeka me ya herî bihêz niha li hemberî van komployan, yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanî ye.”

Biryarên Bexdayê çi ne?

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî 24ê mehê rêzebiryar û rêkarên îdarî, dadgerî, ewlehî û teknîkî derxistin.

Di nav wan de girtina rêkarên nû yên li hemberî deriyên sînor û qadên petrolê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de hebûn.

Biryaran berteka hikûmet û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi xwe re anî û wan ev biryar bi temamî red kirin.

Di biryarên Serokwezîrê Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê de wiha hatibû gotin:

"Arastekirina rênimayan ji bo Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ti rizamendiyan ji bo hinartina petrola xav û berhemên petrolê nede, tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal be.

Werirtina hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê ve.

Raspartina Wezareta Petrolê ji bo birêvebirina hemû wan qadên petrolê yên ser bi wezaretê ve ne û dikevin nav sînorê îdarî yê parêzgehên Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê ku ji aliyê ewlehiyê ve di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ne."

Pirsên