کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd / Wêne: AW

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd / Wêne: AW

Kurdistan

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin
Kurdistan26-11-2026

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!
Kurdistan26-11-2026

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Nivîskarên Jin a Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê derbarê daxuyanî û kiryarên dawî yên hikûmeta navendî ya Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku statuya Başûrê Kurdistanê û îradeya gelê Kurd nikarin bibin mijara nîqaş û bazarê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku statuya Başûrê Kurdistanê encama têkoşîna dirêj e û li gorî Madeya 117an a Destûra Îraqê ya sala 2005an hatiye garantîkirin, lewma ti hêz û sazî nikarin wê bikin mijara nîqaşê. Her wiha hat gotin ku destwerdanên yekalî yên li ser deriyên sînor, çavkaniyên xwezayî û hêzên ewlehiyê prensîba şirîkatiya destûrî têk dibin.

Yekîtiya Nivîskarên Jin da zanîn ku statuya Başûrê Kurdistanê "xeta wan a sor e" û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê ne bi gef û zextan, lê bi rêya wekhevî, rêzgirtina dualî, diyalog û qanûna destûrî bên çareserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta navendî ya Îraqê hat kirin ku rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigire û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî hat xwestin ku li hemberî hedefgirtina mafên destûrî yên gelê Kurd bêdeng nemînin.

Daxuyaniya Yekîtiya Nivîskarên Jin

Statuya Başûrê Kurdistanê û îradeya gelê Kurd nikarin bibin mijara nîqaş û bazarê!

Daxuyanî û kiryarên dawî yên hikûmeta navendî ya Îraqê yên ku statuya destûrî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê hedef digirin, nayên qebûlkirin. Ev nêzîkatiya ku statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê paşguh dike, armanc dike ku avahiya federal bêbandor bike û dixwaze zîhniyeteke navendî ji nû ve ava bike. Ev helwest ne tenê zererê dide destkeftiyên gelê Kurd, lê di heman demê de zererê dide avahiya demokratîk û federal a Îraqê jî.

Statuya niha ya Başûrê Kurdistanê ne xêr an jî xelat e ku ji aliyê ti hêzeke siyasî ve hatibe dayîn. Ev statu encama têkoşîna dirêj, bedelên giran û îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Ew di heman demê de rastiyek e ku di bin Madeya 117an a Destûra Îraqê de, ya ku di sala 2005an de hatiye pejirandin, bi destûrî hatiye garantîkirin. Ji ber vê yekê, ti hikûmet, ti hêzeke siyasî û ti sazî nikare vê statuyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî ji nîqaşê re veke.

Pêşeroja Îraqê ne di dubarekirina polîtîkayên yekreng û navendî de ye, lê di xurtkirina sîstemeke demokratîk û federal de ye ku tê de gel, nasname û komên civakî yên cuda dikarin li ser bingeha mafên wekhev bi hev re bijîn. Her hewldaneke ji bo qelskirina federalîzmê, îradeya jiyana bi hev re û aştiya civakî ya li Îraqê tehdîd dike.

Destwerdanên yekalî yên li Herêma Kurdistanê yên derbarê deriyên sînor, çavkaniyên xwezayî, hêzên ewlehiyê û avahiya îdarî de metirsiya têkbirina prensîba şirîkatiya destûrî çêdikin. Bêguman, têkoşîna li dijî gendelî û qaçaxçîtiyê berpirsiyariya hemû saziyan e. Lê belê, ev têkoşîn nikare wekî hincetekê ji bo jiholêrakirina maf û destkeftiyên destûrî yên gelekî were bikaranîn.

Em destpêkirina nîqaşeke li ser statuya Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Em bicihanîna tevahiya mafên makeqanûnî diparêzin. Em bawer dikin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê ne bi gef, zext û biryarên yekalî, lê li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina dualî, diyalog û qanûna destûrî werin çareserkirin.

Divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd ji damezrandina Îraqê ve ne tenê ji bo mafên xwe, lê di heman demê de ji bo avakirina pergaleke demokratîk, azad û piralî ya li Îraqê jî bedelên giran daye. Ti siyaseteke ku îrade û destkeftiyên Kurdan paşguh bike, nikare îstiqrarê bîne Îraqê.

Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e. Îradeya siyasî ya gelê Kurd nayê nîqaşkirin. Federalîzm peymaneke jiyîna destûrî û demokratîk a di nav Îraqê de ye.

Em bang li hikûmeta navendî ya Îraqê dikin ku girêdayî berpirsiyariyên xwe yên destûrî be û rêzê li statuya Herêma Kurdistanê û îradeya gelê Kurd bigire.

Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî dikin da ku li hemberî polîtîkayên ku statuya destûrî ya Başûrê Kurdistanê û mafên bidestketî yên gelê Kurd hedef digirin bêdeng nemînin. Em ji NYyê daxwaz dikin ku li hemberî nêzîkatiya Îraqê ya ku statuya Başûrê Kurdistanê paşguh dike berpirsiyariyê bigire ser xwe, çavdêriya bicihanîna bendên têkildar ên hiqûqa navneteweyî û Destûra Îraqê bike û helwesteke bibandor ji bo parastina îradeya rewa û destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd pêş bixe. Em dubare dikin ku hedefgirtina statuya Başûrê Kurdistanê dê zererê bide aştî û aramiya herêmî.

Parastina destkeftiyên gelê Kurd tê wateya parastina aştiya herêmî û pêşerojeke demokratîk.

Yekîtiya Nivîskarên Jin a Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê

Nûçeyên Têkildar

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin
Kurdistan26-11-2026

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!
Kurdistan26-11-2026

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!

Pirsên