Hewlêr (Rûdaw) - Îro şandeyên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicivin.
Şandeya PDKyê ji Alîkarên Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û hinek endamên Polîtburoya wê partiyê pêk tê.
Şandeya YNKyê jî ji Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Endamê Mekteba Siyasî û Serperiştyarê Sekreteriya Celal Talebanî Qubad Talebanî û hinek endamên Mekteba Siyasî pêk tê.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, civîn dê saet 11:30î li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKyê ya li Silêmaniyê dest pê bike.
Di civînê de dê behsa pêwendiyên her du partiyan kirin û rewşa Herêma Kurdistanê û gav û biryarên vê dawiyê yên Hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê bên nirxandin.
Biryarên Bexdayê û berteka Hewlêrê
Sêşemê (24ê Çiriya Paşîn a 2026an) Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî rêzebiryar derxistin.
Ew biryar li ser kontrolkirina deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û birêvebirina hinek qadên petrolê ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve bûn.
Vê yekê jî nerazîbûna Hewlêrê li pey xwe anî.
Heman rojê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevbeş de biryarên Zeydî şermezar kirin.
Her du partiyan ew gavên Bexdayê wekî binpêkirina mafên destûrî û derbaskirina "xeta sor" bi nav kirin.
Wan li şûna "biryara yekalî", tekezî li ser "diyalogê" kir.
Civîna 1ê Kanûna Pêşîn a li Bexdayê
Ev civîn di demekê de ye ku biryar e roja sêşemê ji bo çareserkirina pirsgirêkê li Bexdayê civînek bê lidarxistin.
Doh Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî li ser vê yekê got ku ew rûniştina diyaloga niştimanî ya ku Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê destpêşxerî jê re kiriye, dê roja sêşema bê bi rê ve biçe.
Wî diyar kir ku di wê civînê de dê dosyeyên nakok ên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên gotûbêjkirin.
Heyder Ebûdî her wiha got, "Em bi ruhekî niştimanî yê ku pişta xwe dispêre destûrê û berjewendiyên bilind ên hemû Îraqiyan dixe pêşiya her tiştî, li diyaloga çaverêkirî ya roja 1ê Kanûna Pêşîn dinêrin."



