Amed (Rûdaw) - Xelkê gundê Arzoxliyê yê Amedê li dijî danîna santrala enerjiya rojê li ber xwe dide.
Di demên dawî de li gelek gund, navçe, bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê şirket ketine nava erdên gundiyan û santralên enerjiya rojê datînin.
Gundî li hemberî van santralan nerazî ne û piraniya şirketan û gundiyan li dadgehan doz li dijî hev vekirine.
Yek ji wan santralan jî li gundê Arzoxliyê yê navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê tê danîn.
Gundiyên Arzoxliyê ji mehekê zêdetir e ji bo parastina axa gundê xwe dest bi nobetê kiriye û car caran di navbera wan û leşkeran de alozî derdikevin.
“Em axa xwe nadin şirketê”
Li gundê Arzoxliyê şirketêk dixwaze li ser 840 donim çêrgeha gund Santrala Enerjiya Rojê deyne.
Lê gundî dibêjin ew erd ji bav û kalan ve yê wan e û ew dê rê nedin şirketê.
Emîne Eren jî nêzîkî 40 roj in bi gundiyên xwe re nobeta erd û axa gundê xwe digire.
Emîne Erenê got, “Axa me ye, ava me ye. Ka çima em dê gundê xwe bidin xelkê? Em heriya xwe, ava xwe, axa xwe nadin, em nadin şirketê.”
Li ser nerazîbûna gundiyan a li hemberî danîna santrala enerjiya rojê, ev demek e leşker çûne gund lê gundî dibêjin çi dibe bila bibe ew nahêlin axa wan ji destê wan biçe.
“Bila heywanên me tê de biçêrin”
Gundî Gurbet Çîftçiyê berteka xwe wiha anî zimên:
“Bila vê derê nekin panel, em naxwazin. Bila heywanên me tê de biçêrin. Bes e, wileh bes e, em betilîn.”
Gundî Herdem Aslanê jî diyar kir ku ew debara xwe û xwendina zarokên xwe bi xwedîkirina heywanan dikin û got:
“Em dihatin vê derê, me ji xwe re pez didot, me şîrê xwe dida pişta xwe û em diçûn mala xwe. Me dikir penîr, me heywan xwedî dikirin, me heywanên xwe difirotin û me gedeyên (zarok) xwe didan xwendinê.
Gava ez îro heywanan xwedî bikim zarokên min têr in, dixwînin. Gava pere tune be zarokên min ji kû dikarin bixwînin? Ez çawa zarokên xwe bidim xwendinê?”
“Kes bi hawara me nayê”
Emîne Erenê her wiha got, “Çi maf û hiqûqê wan li me heye ku çêrgeha me ji me distînin? Bila çêrgeha me ji me nestînin.”
Gundî Meyaser Alpboganê jî da zanîn, “Heft kepçe ketine nav û kes bi hawara me nayê, wan ji wir dernaxin.”
Gundî Saynur Çîftçiyê jî wiha got,“Em erdê xwe dixwazin. Em axa xwe dixwazin, em tiştekî naxwazin. Em axa xwe dixwazin.”
Platform hat avakirin, doz didome
Gundiyan ji bo ku axa xwe biparêzin di nava xwe de Platforma Parastina Gundê Arzoxliyê ava kiriye û yek ji endamên wê platformê jî Mehmet Kele ye.
Gundiyan heta niha bi rêya dadgehê parçeyekî axa xwe ji destê şirketê rizgar kiriye û niha hewl didin parçeyê mayî jî rizgar bikin.
Endamê Platforma Parastina Gundê Arzoxliyê Mehmet Kele wiha behsa rewşê kir:
“Em 6 meh berê hatin vê derê, pevçûn derket. Em û leşker anîn hemberî hev, 15 birîndarên me çêbûn. Heta jineke me ducanî bû, zarokê wê ji ber çû.
Ev bi serê salan e ev ax û ava bav û kalên me ye. Mêrik ji Enqereyê hatiye dixwaze ji me bistîne. Em ne li dijî enerjiya rojê ne lê bila herin li cihekî din çêbikin.”
Şirket li benda encama doza li dadgehê nasekine û xebatên danîna santralê bi hemû leza xwe didomîne lê gundî jî dev ji nobeta parastina axa xwe bernadin.


