کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ji çalakiyeke Parêzgeha Efrînê / Wêne: Torên Civakî

Ji çalakiyeke Parêzgeha Efrînê / Wêne: Torên Civakî

Kurdistan

Kurdên Efrînî piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan: Em dê bi yekhelwestî biçin Bexdayê
Kurdistan28-11-2026

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan: Em dê bi yekhelwestî biçin Bexdayê

ji bo Tahir Elçî banga edaletê hat kirin
Kurdistan28-11-2026

ji bo Tahir Elçî banga edaletê hat kirin

Hewlêrê binpêkirinên 20 salan ên Hikûmeta Îraqê tomar kirin: Tekane çareserî vegera li destûrê ye
Kurdistan28-11-2026

Hewlêrê binpêkirinên 20 salan ên Hikûmeta Îraqê tomar kirin: Tekane çareserî vegera li destûrê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke Niştimanperwerên Kurd li Efrînê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û gelê wê ragihand.

Komê tekez kir ku helwesta wê li ser bingeha pêwendiyên dîrokî, neteweyî û mirovî ye ku Kurdan li hemû deveran digihîne hev û her wiha li ser bingeha rêzgirtina li maf û rûmeta gelan e.

Komê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji nêz ve geşedan û astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê dişopîne ku bandorê li ewlehî, berjewendî û paşeroja gelê wê dikin.

Komê her wiha tekez kir ku helwesta wê ne ji ber alîgiriya partîtî yan jî hesabên siyasî yên teng e, belkî ji ber baweriyeke niştimanî û exlaqî ye ku pêwîstî bi piştevaniya dozên maf û ewlehiya gelan heye.

Banga diyalog û lihevkirinê

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rêz li îradeya gelan bê girtin, mafên wan ên siyasî, çandî û civakî bên parastin û diyalog û lihevkirin di navbera pêkhateyên cuda yên herêmê de bên xurtkirin.

Komê her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e herêm ji zêdetir aloziyan bê parastin, ewlehiya sivîlan bê misogerkirin û çareseriyên siyasî û dîplomatîk bên pêşxistin.

Komê da zanîn ku ewlehî, aştî û aramî bingeha paşerojeke ewletir û geştir ji bo gelên herêmê ne.

Pirsên