Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKyê ya li Silêmaniyê civiyan û daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Li gorî daxuyaniya civînê, hevdîtin taybet bû bi rewşa nû ya Îraq û Herêma Kurdistanê, yekxistina helwestê ya li hemberî mijarên rojevê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel saziyên federal.
Beşdarbûna bi yekhelwestî di civîna Bexdayê de
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî li ser bikaranîna diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û beşdarbûna bi yekhelwestî di civîna 1ê Kanûna Pêşîna 2026an de hevnêrîn bûn ku dê li Bexdayê bê lidarxistin.
Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû pirsgirêk di çarçoveya Destûra Hemîşeyî ya Îraqê de bên çareserkirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi hevbeşî bên parastin.


