Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li boksorê Kurd Agît Kabayel kir ku şeva borî bi ser ket û kembera şampiyoniya cîhanê ya kêşa giran parast.
Baregeha Barzanî îro (29ê Çiriya Paşîn) di daxuyaniyekê de da zanîn ku Serok Barzanî telefonî lîstikvan û şampiyonê boksê yê Kurd Agît Kabayel kiriye û ji ber serkeftina wî ya dîrokî pîrozbahî lê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî ji bo şampiyonê Kurd hêviya serkeftinên berdewam xwestiye.
Li pêşberî 53 hezar alîgiran zora reqîbê xwe bir
Agît Kabayel derengiya şeva borî li pêşberî zêdetirî 53 hezar alîgiran derket qadê.
Piraniya alîgiran Kurd bûn û bi alaya Kurdistanê stadyum hejandibû.
Kabayel di vê maçê de zora boksorê Albanî Nelson Hysa bir û kembera kêşa giran a WBCyê parast.
Rekora bêtêkçûnê û armanca sala 2027an
Boksorê Kurd bi vê serkeftina mezin hejmara serkeftinên xwe derxist 28an û heta niha qet têk neçûye.
Wî 20 ji wan serkeftinan bi lêdana nakawtê bi dest xistine.
Her wiha Kabayel piştî maçê ragihand ku ew amade ye sala 2027an ji bo yekxistina kemberên kêşa giran derkeve pêşberî serkeftiyê maça Tyson Fury û Anthony Joshua yan jî Daniel Dubois û Filip Hrgovic.



