Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê hişyarî da ku ji îşev pê ve pêleke baranê dest pê dike.
Piştî vê hişyariyê Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxewan Seîd ji Rûdawê re axivî.
Şaxewan Seîd diyar kir ku li hemberî îhtimala çêbûna lehiyê wan hemû tîm xistine amadebaşiyê.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd jî da zanîn ku birêvebiriya perwerdeyê ji bo roja sêşemê hatiye hişyarkirin.
Hewlêr bû sê herêm: Sazî bi hevrêzî dixebitin
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxewan Seîd ji Rûdawê re ragihand ku li gorî pêşbîniyên keşnasiyê û plana ewlehiyê ya parêzgehê, hemû tîmên rizgarkirinê û kel û pelên wan ji bo rûbirûbûna her egera nebaş amade ne.
Seîd da zanîn ku ji bo rêkxistina xebatan, bajarê Hewlêrê li ser sê herêmên sereke hatiye dabeşkirin ku ew jî navend, başûr û bakur in.
Herêmên hatine diyarkirin ketine bin çavdêriya efserekî.
Seîd her wiha got ku her şeş şaredariyên Hewlêrê, parêzgarî, qaymeqamî, navçe û nahiyeyên bajêr, polîs, trafîk, asayîş û yekîneyên hewara lezgîn wekî tîmeke hevbeş dixebitin.
Seîd anî zimên ku li gel du tîmên taybet ên rizgarkirinê yên xwedî alavên bipêşketî, wesayîtên kişandina avê, wesayîtên bilind, pêlekanên rizgarkirinê û gelek kel û pelên hewara lezgîn hatine amadekirin.
Ji bo welatiyan çar hişyariyên girîng
Parastina Sivîl a Hewlêrê destnîşan kir ku di dema barana gur de heke ne pir mecbûrî be bila kes dernekeve derve û ji welatiyan xwest ku guh bidin van rênimayan:
Belge û eşyayên biqîmet: Belgeyên girîng ên wekî nasname û pasaportan li gel pere û kel û pelên biqîmet di nav zerfekê yan qutiyeke parastî de li ciyekî bilind ê malê bên danîn.
Amûrên elektrîkê: Sobe, germkerên elektrîkê û ocax li ser bilindahiyan werin danîn; di dema metirsiya lehiyê de şaltera sereke ya elektrîkê were girtin.
Parkkirina otomobîlan: Otomobîl li garaj û cihên nizm neyên rawestandin, bi taybetî li wan deverên ku ava baranê lê kom dibe wekî derdora Kolana 30 Metreyî, Seydawe, Family Mall û herêma Stadyumê.
Birûsk û rêyên avê: Divê welatî ji cok û cihên herikîna avê dûr bisekinin; di dema birûsk û hevrêşan de welatî û şivan neçin serê çiyan û deverên bilind, her wiha li ber darên dirêj nesekinin.
Berdevk Şaxewan Seîd bi bîr anî ku di dema her rewşeke awarte de welatî dikarin bi rêya xeta hewara lezgîn a 115an pêwendiyê bi wan re deynin.
Desthilata bêhnvedanê di destê kê de ye?
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ji Rûdawê re axivî û ragihand ku rapora keşnasiyê gihîştiye hemû birêvebiriyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê.
Seîd got ku ji birêvebiriyan hatiye xwestin ku ji bo roja sêşemê baldar bin.
Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kir ku desthilata ragihandina bêhnvedanê di destê parêzgar û birêvebirên giştî de ye.
Li gorî amarên Birêvebiriya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê, tê çaverêkirin ku pêla baranê bandorê li piraniya herêmê bike û barana herî zêde jî roja sêşemê bibare.



