Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Avestayê ragihandibû ku dê “Xelata Rûmetê ya sala 2026an” bide dîroknas û Kurdnas Prof. Dr. Celîlê Celîl.
Merasîma pêşkêşkirina xelatê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin û Weşanên Avestayê yekem Xelata Rûmetê da Prof. Dr. Celîlê Celîl.
Prof. Dr. Celîlê Celîl bû mêhvanê bultena Rûdawê û li ser xebatên xwe yên nû û wergirtina xelatê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
“Ez xwe 70 salî dibînim”
Celîlê Celîl li ser wergirtina Xelata Rûmetê hestên xwe wiha anîn zimên:
“Ez hîn jî ji şabûnê hişyar nebûme. Dilê min bi kelecan e ku min keda xwe kêrhatî kiriye û vê xelatê didin min. Ez gelekî spasdarê wan im.
Ez niha xwe ne 90 salî, xwe 70 salî dibînim û bi rihê xwe û bi amadebûnê karê xwe didomînim.
Ez xeberên baş ji Kurdistanê dibihîzim, şikir îro Kurdistan serbilind e û pişta me digire. Kurd li dinyayê belav bûne, dixebitin û serkeftî ne.”
“Min 10 cild zargotina Kurdan çap kirine û 6 cildên din jî li ber destê min in”
Celîlê Celîl pirsa Hêvîdar Zanayê ya “Gelo kar û xebateke ku tu dixwazî bikî lê tu pê negihîştibî heye?” wiha bersivand:
“Di dilê min de gelek tişt hene û ez bi wan fikran xemgîn dibim ku belkî ez pê negihînim.
Lê çi qasî karibim û taqeta min hebe ez teslîm nabim û bi şev û roj karê xwe dikim.
Di kalbûnê de mirov bi şev kêm radizê, ez jî vê yekê bi kar tînim.
Min 10 cild zargotina Kurdan çap kirine û niha belkî ez bigihînim 25an û paşê xatirê xwe ji dinyayê bixwazim.”
Celîlê Celîl li ser pirsa “Karên li ber destê te çi ne?” jî got:
“Niha 6 cild li ber destê min in. Ordîxanê neviyê xwişka min gelekî alîkariya min dike û di weşandina wan de keda wî û ya xwarziyê min Cemal mezin e.
Gava dostên min pirsa min dikin ez gelekî bi heyecan bûme.
Hîn emrê min heye, ez ê xwe bigihînim û hemûyan çap bikim.”
Peyama ji bo rewşenbîr û nivîskarên Kurd
Celîlê Celîl peyamek da rewşenbîr û nivîskarên Kurd û got:
“Silavên min ji Kurdistaniyan û serokatiya Kurdistanê re hene.
Banga min ji bo hemû rewşenbîrên Kurdistanê yên ji Xorasanê heta Bakur ew e ku hemû bigihîjin hev.
Divê ew hem bi awayekî serbixwe û hem jî bi hev re karê xwe bikin û bingehekê ava bikin ku kar bimeşe.
Li dinyayê çi înformasyon, kitêb û destnivîs hebin divê haya wan jê hebe.”
“Em hemû deyndarên Kurdistanê ne”
Celîlê Celîl li ser pirsa “Şîret û xwesteka te ya ji bo nifşê nû çi ye?” wiha bersivand:
“Em hemû deyndarên Kurdistanê ne. Divê em di karê xwe de berê xwe bidin Kurdistanê, guhê xwe û dilê xwe bidin Kurdistanê.
Ez spasiya wan kesan dikim ku ev mîras, çîrok û hemû tişt gihandine me.
Ez qurbana zimanê Kurdî bim, azadiya Kurdistanê dûr nîne.”
Celîlê Celîl kî ye?
Celîlê Celîl dîroknas, nivîskar û Kurdnasekî Kurd e û di dawiya meha Çiriya Paşîn a sala 1936an de li bajarê Rewanê yê paytexta Ermenistanê ji dayîk bûye.
Celîlê Celîl kurê helbestvan û nivîskar Casimê Celîl e û birayê mezin ê zimannas û folklorzan Ordîxanê Celîl e.
Her wiha xwîşka wî Cemîla Celîl jî di warê berhevkirin û lêkolîna muzîka Kurdî de xebitiye.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Celîlê Celîl li Awisturyayê bi cih bûye û li Zanîngeha Viyanayê û Akademiya Zanistan a Viyanayê ders dane.
Berhemên herî diyar ên Celîlê Celîl
Raperîna Kurdan a 1880yî (Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî), 13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd, Ronakbîriya Kurdî.
Rêzepirtûkên folklorî yên bi navê "Zargotina Kurda" û "Folklora Kurdî" ku bi hevkariya birayê xwe amade kirine.
Celîlê Celîl yek ji girîngtirîn lêkolerên Kurd ê navenda akademîk a Sovyeta berê ye ku bi taybetî li ser belgeyên dîrokî yên sedsalên 19 û 20an, tevgerên Kurdan û berhevkirina wêjeya devkî û folklora Kurdî xebitiye.
Ji salên 1990î ve, hejmareke zêde ya pirtûk û lêkolînên Celîlê Celîl ji aliyê navendên weşanê yên Kurdî ve li Amed û Stenbolê hatine wergerandin û çapkirin.
Di nav wan de weşanxane û saziyên çandî yên ser bi Avestayê ve di belavkirina berhemên wî yên bi zimanên Kurdî û Tirkî de xwedî roleke berbiçav bûne.


