کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bafil Talebanî / Wêne: Arşîv

Bafil Talebanî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Bafil Talebanî: Eger Bexda tedbîran wenegire em dê bi xwe bersivê bidin

RÛDAW

RÛDAW

08-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW08-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand, wan navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin û hişyarî da, eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, ew dê bi xwe bersiva wan bidin.

Ev daxuyaniya Bafil Celal Talebanî piştî wê yekê hat ku şeva borî bi 9 dronan êrişî Hewlêrê û bi 6 dronan jî êrişî Silêmaniyê hat kirin.

Bafil Talebanî di peyama xwe de ji bo wan çend şevên nexweş ên ku derbas kirine spasiya berxwedana xelkê kir.

Her wiha Talebanî amaje bi wê yekê kir ku di çend rojên borî de wan hemû hewlên xwe yên dîplomatîk xistine seferberiyê û got:

"Me ji bo parastina Kurdistanê di vê rewşê de, li gel serkirdeyên Îran, Amerîka û Tirkiyeyê di asta bilind de axaftin kiriye."

Bafil Talebanî her wiha diyar kir, piştî axaftinên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, "Em çaverê ne ku alozî ji Herêma Kurdistanê bên dûrxistin."

Hişyariya ji bo Bexdayê

Serokê YNKyê bi eşkereyî got, "Me navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Em li benda Bexdayê ne ku ji bo girtina rêkarên pêwîst gavên cidî biavêje."

Talebanî her wiha hişyarî da û got:

"Ez dizanim hevalên me yên li Bexdayê hemû hewlên xwe didin da ku rê li ber aloziyên zêdetir bigirin lê eger rêkar neyên girtin, wê demê em dê bi xwe bersiva wan bidin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amaje bi wê yekê kir ku Îraq xwedî şaristaniyeke mezin û dîrokeke taybet e, lewma "Divê hemû hewlên şaristaniyî yên ji bo aramî û aştiyê jî her ji vê herêmê bin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên