کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Rûdaw

Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Salih Mislim koça dawî kir

RÛDAW

RÛDAW

11-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Mislim koça dawî kir.

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim, di 75 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Amed Salih Mislim kurê Salih Mislim ji Rûdawê re ragihand, “Beriya demekê bavê min ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li navçeya Enkawayê koça dawî kir.”

Nexweşiya gurçikan pê re hebû

Li gorî gotina Amed, bavê wî demeke dirêj bû nexweşiya gurçikan pê re hebû.

Heyamekê li nexweşxaneyên Silêmaniyê gurçikên wî dihatin şûştin lê hefteyek bû ku li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li Enkawaya Hewlêrê dihat dermankirin.

Amedê kurê wî li ser merasîma veşartin û serxweşiyê got:

"Sibe demjimêr 08:00ê sibehê termê wî ji bajarê Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tê birîn û li bajarê Kobaniyê tê binaxkirin."

Ji bo dermankirinê anîbûn Hewlêrê

Salih Mislim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê veguhastibûn Hewlêrê.

Nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî erkê çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên dermankirina wî girtibû ser xwe.

Salih Mislim ku berê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bû, di şerê li dijî DAIŞê de kurekî wî di nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de şehîd ketibû.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên