کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Salih Mislim û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Salih Mislim û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Salih Mislim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir

RÛDAW

RÛDAW

11-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbata Salih Mislim û got, “Salih Mislim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir.”

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim peyameke sersaxiyê belav kir û sersaxî ji malbata Salih Mislim û gelê Kurd re xwest û hevsoziya xwe anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rola wî Salih Mislim de got:

"Xwedêjêrazî Salih Mislim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir.

Wekî lîderekî diyar ê Kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên tekoşînê de xwedî rolek berbiçav bû.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike, hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.”

Salih Mislim li Hewlêrê koça dawî kir

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, îro di 75 saliya xwe de, li nexweşxaneya Meryemaneyê ya li Enkawayê ya Hewlêrê bi sedema nexweşiya gurçikan koça dawî kir.

Salih Mislim beriya niha li Silêmaniyê tedawî dibû lê roja 4ê Adara îsal ji ber xirabbûna rewşa wî ya tenduristiyê hatibû Hewlêrê.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên tedawiya wî girtibû ser xwe.

Malbata wî dê cenazeyê Salih Mislim sibe  bibe Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobaniyê were binaxkirin.

Ji bo koça dawiyê ya tekoşer û siyasetvanê diyar ê Kurd, xwedêjêrazî Salih Mislim ku li Hewlêrê koça dawiyê kir, sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wan im.

Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê…

— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) March 11, 2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên