کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Leyla Zana û Salih Mislim\ Wêne: Rûdaw Grafîk

Leyla Zana û Salih Mislim\ Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Leyla Zana dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Mislim bibe

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

12-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

12-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana dê roja şemiyê derbasî Kobaniyê bibe û beşdarî merasîma cenazeyê Salih Mislim bibe.

Gelek siyasetmedarên Kurd dê beşdarî merasîma cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bibin.

Ji bo merasîma cenazeyê ku dê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Hevserokên DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û her wiha siyasetmedara Kurd Leyla Zana dê amade bin.

Deriyê Sînor ê Kobaniyê dê bê vekirin

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji rayedaran wergirtine, ji bo derbasbûna siyasetmedarên Kurd a ji navçeya Sirûcê ya Rihayê ji bo Kobaniyê bi rêya Deriyê Sînor ê Mûşitpinarê, li gel rayedarên hikûmetê hevdîtin hatine kirin.

Hat zanîn ku destûra pêwîst hatiye wergirtin û ew dê roja şemiyê 14ê Adarê ji Sirûcê derbasî Kobaniyê bibin.

Salih Mislim doh ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Hewlêrê canê xwe ji dest dabû û cenazeyê wî îro ji Hewlêrê derbasî Kobaniyê bûbû.

Li gorî zanyariyan dê sibe li Qamişlo ji merasîmek were lidarxistin û piştî merasîmê dê cenazeyê Salih Mislim derbasî Kobaniyê were kirin.

Her wiha roja şemiyê li ser daxwaza Mislim dê cenazeyê wî li Goristana Şehîdan a Kobaniyê were veşartin.



 

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên