کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hinek kes Alaya Kurdistanê dişewitîni / Wêne: Ji vîdeoyê

Hinek kes Alaya Kurdistanê dişewitîni / Wêne: Ji vîdeoyê

Kurdistan

ENKS: Li Efrînê heqaret li Alaya Kurdistanê tê kirin

RÛDAW

RÛDAW

21-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW21-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Hesen diyar kir ku li Efrînê û derdora wê li hemberî Kurdan binpêkirin hatine kirin.

Li gorî gotina Hesen, hinek endamên berê yên komên çekdar heqaret li Alaya Kurdistanê jî kiriye.

Li gorî hinek vîdeoyên ku hatine belavkirin, li herêma Efrînê êrişî ciwanên Kurd hatiye kirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku heqaret li ciwanan hatiye kirin û li wan dixin.

"Heqaret li Kurdên Efrînê hat kirin"

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Hesen li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Hesen got,"Doh ji ber kombûna xelkê ya ji bo Cejna Newrozê hinek pirsgirêkên biçûk derketin.
Lê belê îro gelek binpêkirin li hemberî Kurdên Efrînê hatin kirin. Li hinekan dan û şkence li wan hat kirin."

#VÎDEO - Li Efrînê hinek welatiyên Sûriyeyê Ala Kurdistanê ji ser wesayîtekê anîn xwarê

🎙️Êrişkaran heqaret li xwediyê wesayîtê kir#Newroz pic.twitter.com/Ig7duxWcY4

— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026

"Alaya Kurdistanê dixin bin pêyan"

Serokê ENKSyê derbarê cihên binpêkarin an wiha got:

"Li navenda bajarê Efrînê û li ser rêya Heleb-Efrînê rê li ber welatiyan tê girtin.

Alaya Kurdistanê dixin bin pêyan û xelkê neçar dikin ku di ser alayê re derbas bibin."

Ehmed Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku kesên van binpêkirinan dikin eşkere ne.

Li gorî Hesen, ev kes berê di nava komên çekdar ên li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê de bûn.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên