کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

'Ez dê wî bikim Pêşmerge' lê wî nedît: Şehîd Keywanê ku çîroka xwe nîvco hişt

RÛDAW

RÛDAW

24-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Muzefer Gwanî Pêşmergeyê yekem e ku di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûye. Ew 12 sal in li ser cihan e.

Mûşekên Îranê cergê vî Pêşmergeyê dêrîn şewitand.

Keywanê kurê wî, tenê 9 meh bûn zewicîbû û li benda dîtina zarokê xwe yê yekem bû.

Keywan Muzefer dema ku xwest hevsengerên xwe rizgar bike şehîd ket.

“Dengê mûşekeke din hat û telefon girtî bû”

Bavê Keywan 12 sal in ji ber birîneke ku di şerê DAIŞê de birîndar bûbû êşeke giran dikişîne.

Ew tenê ji bo çend xulekan birin şîna kurê wî yê şehîd. Lê ji ber êşa xwe ya zêde ew careke din vegeriya ser cihê xwe.

Muzefer Gwanî ji Rûdawê re bi dengekî xemgîn qala kêliya rûdanê dike û dibêje:

"Ez li malê bûm û min telefonî wî kir. Min jê pirsî, 'Kurê min Keywan tu li kû yî?'

Wî got, 'Mûşek li baregeha me ketiye û em niha diçin cihê mûşekan.'

Di wê kêliyê de dengê mûşekeke din hat. Min dîsa telefonî wî kir lê telefon girtî bû.

Ez çûm nexweşxaneyê, li wir jî nebû. Paşê ji min re gotin kurê te şehîd ketiye."

“Zarokê wê ji dayîk bibe jî dê bibe pêşmerge”

Şehîd Keywan 22 salî bû û tenê 9 meh bûn zewicîbû.

Ew bi kelecan li bendê bû ku di demeke nêzîk de bibe bav.

Şivan Muzefer birayê Keywan e û ew jî wiha qala birayê xwe dike:

"Zarokek di zikê hevjîna wî de ye. Keywan gelekî pê kêfxweş bû.

Min jê re got, 'Keywan dema zarok ji dayîk bû tu dê wî bikî çi?'

Wî jî got, 'Ez dê wî wekî xwe bikim Pêşmerge da ku parastina xak û welatê me bike.'"

Êrişa li baregeha Pêşmergeyan

Berbanga sêşemê êrişeke mûşekî li ser baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li Spîlkê pêk hat.

Di vê êrişê de 6 pêşmerge şehîd ketin û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan, Îranê bi 6 mûşekên balîstîk êriş kiriye.

Îranê di du êrişên cuda de êrişî baregehên Hêzên Pêşmergeyan ên li wê deverê kir.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên