کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Alayên partiyên Rojhilatê Kurdistanê / Wêne: Rûdaw

Alayên partiyên Rojhilatê Kurdistanê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Hêzên Rojhilatê Kurdistanê êrişên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin

RÛDAW

RÛDAW

24-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) êrişa mûşekî ya Îranê ya li hêzên Pêşmergeyan şermezar kir.

Hevpeymaniyê bangî welatên hevpeyman û civaka navneteweyî kir ku li hemberî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bertekeke bilez nîşan bidin.

Banga lezgîn ji bo civaka navneteweyî

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê êrişa vê sibehê ya li hêzên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.

Êriş li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve hatibû kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi şehîdketina 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din hat kirin ku Wezareta Pêşmergeyan jî vê sibehê ev yek ragihandibû.

Hevpeymaniyê sersaxî da malbatên şehîdan, xelkê Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmergeyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Hevpeymaniyê her wiha êrişên Komara Îslamî ya Îranê û hêzên nêzîkî wê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

"Êriş ji 28ê Sibatê ve didomin"

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniyê de got:

"Êrişên mûşekî û dronî yên Supaya Pasdaran ên li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û navendên leşkerî û sivîl ên Herêma Kurdistanê ji roja yekem a şer, anku ji 28ê Sibatê ve didomin."

Hevpeymaniyê bangî welatên hevpeyman û civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên Îranê bisekinin.

Hevpeymaniyê her wiha xwest ku ew li hemberî binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê xwedî helwest û bertekên bilez bin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê 22yê Sibata 2026an ji aliyê pênc hêzên Rojhilatê Kurdistanê ve hat damezirandin.

Ew hêzên siyasî ev in: Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK).

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên