کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî / Wêne: Arşîv

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Ji bo rûbirûbûna terorîstan hemû mafekî me heye

RÛDAW

RÛDAW

28-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW28-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrişa bi dronê ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir û got, "Ji bo rûbirûbûna van terorîstan hemû mafekî me heye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de anî got, "Em êrişa bi dronê ya tirsonek a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê bi tundî şermezar dikin."

Banga li hikûmeta federal

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bangî hikûmeta Îraqê kir û got:

"Em careke din ji hikûmeta federal dixwazin ku li ser asta berpirsyariya xwe be.

Divê hikûmeta federal van tawanbarên ku li derveyî qanûnê ne rûbirûyî qanûnê bike.

Her wiha divê sînorekî ji bo berdewamiya êrişên terorîstî yên van komikan deyne."

"Alîkariya Herêma Kurdistanê bikin"

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de bangî civaka navneteweyî jî kir û got:

"Em ji civaka navneteweyî û dostên xwe dixwazin ku ji bo parastina welatiyan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin."

"Em dê her gavê bavêjin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de helwesteke tund nîşan da û tekez kir:

"Ji bo rûbirûbûna van terorîstan hemû mafekî me heye.

Ji bo parastina Herêma Kurdistanê pêwîstî bi çi gavê hebe em dê bavêjin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên