کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nêçîrvan Barzanî û Alaya Qeterê Wêne: Rûdaw Grafîk

Nêçîrvan Barzanî û Alaya Qeterê Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Qeterê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

RÛDAW

RÛDAW

29-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW29-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Dewleta Qeterê êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Dihokê bi tundî şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

“Em li dijî tundûtûjiyê ne”

Di daxuyaniyê de helwesta neguher a Qeterê hate ducarekirin.

Wezaretê diyar kir ku Qeter li dijî tundûtûjî, teror û karên sûcdariyê ye û sedem û motîvên wan çi dibin bila bibin ew wan bi tundî red dikin.

"Em têkbirina aramiya Îraqê red dikin"

Wezareta Karên Derve ya Qeterê her wiha destnîşan kir ku ew êriş aramiya herêmê xera dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Qeterê hemû wan kar û kiryaran bi awayekî teqez red dike ku ewlehî û aramiya Komara Îraqê ya bira têk dibin."

Her wiha Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid bi rêya telefonê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geriya. Mihemed Bin Zayid di vê pêwendiya telefonî de ew êriş bi tundî şermezar kir.

"Pêşhateyeke metirsîdar e"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 28ê Adara 2026an beşdarî bultena Rûdawê bû.

Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê beşdarî bultena demjimêr 08:00an bû ku Şaho Emîn pêşkêş dike.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser êrişa li dijî mala xwe ya li Dihokê axivî û got, "Ev mijar ne şexsî ye. Ev êriş bi giştî ji bo hemû Îraqê pêşhateyeke metirsîdar e."

“Peyama ji bo Hikûmeta Îraqê”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya hikûmetê.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, "Pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê li ser vê mijarê gelekî cidî bifikire.

Nabe ku hin kes maf bidin xwe û li derveyî yasayê êrişî saziyên dewleta Îraqê bikin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên