کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

Kurdistan

Rûdaw her yekem e: Nûçe, rapor û vîdeoyên me nêzîkî 4 milyar caran hatine temaşekirin

RÛDAW

RÛDAW

31-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW31-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Weşana Tora Medyayî ya Rûdawê ya ji bo şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, li ser platformên medyaya civakî ji 3,72 milyar caran temaşekirin derbas kir.

Rûdawê bi vê hejmarê re li ser asta medya Îraq, Kurdistan û herêmê rekoreke nû tomar kir.

Rûdawê ji mûşeka ewil a şer ve ango ji 28ê Sibatê ve bi nûçe, vîdeo û zanyariyên şer bi her du zaravayên Kurdî û sê zimanên din bi lezeke bêhempa gihandin bîner û bikarhênerên xwe.

Tora Medyayî ya Rûdawê cara ewil ji bo piştrastkirina zanyariyan di weşanên xwe de sûd ji hişê çêkirî (AI) wergirt.

Vê yekê wiha kir ku zanyarî û vîdeoyên Rûdawê rojane bibin jêderên sereke ji bo medyaya cîhanê û bikarhênerên tora Xê.

Her çi qas navenda Rûdawê li Herêma Kurdistanê be jî, jêhatîbûn û profesyoneliya tîmên wê sînor derbas kirine.

Beşeke zêde ya bîneran ew kes in ku Rûdawê naşopînîn lê platformên medyaya civakî wekî pêşniyar nûçeyên Rûdawê nîşani wan dane.

Ji xeynî medyaya civakî, malpera Rûdawê jî di vê mehê de nêzîkî 60 milyon caran hatiye ziyaretkirin.

Birêvebirê Rûdaw Dîjîtalê Birwa Kiyanî li ser vê serkeftinê got, "Şer bi lez li herêmê belav bû.

Me di salên borî de bînerên xwe fêrî zanyariyên bilez û rast kiribûn.

Ev amar encama xebata hûr û profesyonel a tîmên Rûdawê ne ku bi şev û bi roj li ser hemû platforman dixebitin."

Rûdawê dikarî hejmareke hîn zêdetir a bîneran bi dest bixe lê wekî erkekî niştimanî û profesyonel, ew di weşanên êrişên li ser Herêma Kurdistanê de pabendî biryar û rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Rûdaw Dîjîtal li ser hemû platformên medyaya civakî (Facebook, X, Instagram, YouTube, TikTok) û her wiha li ser Telegram, WhatsApp, Viber û Messengerê çalak e û xelk zanyariyan ji wan çanalan werdigirin.

#VÎDEO - Di şer de weşana bêrikeberî ya Rûdawê

📺 Nûçe rapor û vîdeoyên me nêzîkî 4 milyar caran hatine temaşekirin pic.twitter.com/j6HsWJfkXP

— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 31, 2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên