کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dîmenê dema êrişekê li ser ambarekê rûnê otomobîlan li Hewlêrê \ Wêne: Rûdaw

Dîmenê dema êrişekê li ser ambarekê rûnê otomobîlan li Hewlêrê \ Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Heta niha bi nêzîkî 600 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

RÛDAW

RÛDAW

02-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW02-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê (28ê Sibatê) ve, Herêma Kurdistanê her tim dibe armanca êrişên bi mûşek û dronan.

Li gorî amarên Rûdawê, heta niha bi giştî 588 êriş hatine qeydkirin. Tenê di nava 24 saetên borî de 32 dron li deverên cuda hatine xistin.

Ji sedî 77ê êrişan li ser Hewlêrê ne

Li gorî lêkolînên Rûdawê, ji destpêkirina şer ve heta îro bi 458 mûşek û dronanan êrişî Hewlêrê hatiye kirin. Ev yek ji sedî 77,8ê hemû êrişan pêk tîne.

Li parêzgehên din jî amar bi vî rengî ne:

Silêmanî: 103 mûşek û dron (ji sedî 17,5).

Dihok: 25 mûşek û dron (ji sedî 4,2).

Helebce: 2 dron.

Êrişên 24 saetên borî

Di 24 saetên borî de 32 dron hatine avêtin; 25 li bajarê Hewlêrê, 2 li Koyeyê, 4 li Dihokê û 1 jî li Silêmaniyê hatine xistin.

Êrişên şeva borî zererên madî gihandin welatiyan lê aliyê ewlehiyê li ser zererên canî daxuyaniyên fermî nedane.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Dihokê ragihand ku şeva borî saet 00:00an bi 4 dronan êrişî parêzgehê hatiye kirin.

Her wiha li Koyeyê jî dronek li Çiyayê Heybet Siltanê ketiye xwarê.

Bilanço

Ji 28ê Sibatê ve di encama êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest daye û 91 kes jî birîndar bûne.

Ew kesên ku canê xwe ji dest daye wisa ne:

  • 6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê (li Xelîfanê).
  • Karmendekî Asayîşê (li Balafirgeha Hewlêrê).
  • 6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
  • Fermandarekî Fransayî.

Ji 91 birîndaran 18 kes sivîl in. Di nav wan de xwendekar, polîs, xebatkarên kargoyê û penaberên li kampan hene.

Tenê di 31ê Adarê de li Hewlêrê 3 nûciwan birîndar bûne.

Deverên ku hatine bombebarankirin

Hewlêr: Kanî Qirjalê, Balîsan, Xebat, Spîlk, Dream City, Kesnezan, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, balafirgeh, Çoman û Soran.

Silêmanî: Navenda bajêr, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qalawe, Taxa Beranan, Sûrdaş, Kifrî û Çiyayê Zimnakoyê.

Dihok û Helebce: Qada Petrolê ya Sersingê, Akrê, Bicîl, Berdereş, Maltayê, qada petrolê ya Çemankê û çend êriş li Amêdiyê hatine kirin.

Her wiha Çiyayê Şinrûyê yê li Helebceyê jî hat bombebarankirin.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê yê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye, hîn jî bi hemû tundiya xwe didome.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên