کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Trump: Bila Kurd ji Şerê Îranê dûr bikevin

RÛDAW

RÛDAW

06-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW06-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew naxwaze hêzên Kurd herin nav Îranê û zererê bibînin.

Trump diyar kir ku eger Kurd tevlî vî şerî bibin, ew dê mirinê ji bo xwe bînin.

Birêvebirê Nivîsgeha Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde, li Ofîsa Oval pirs ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Diyar Kurde amaje bi daxuyaniyên Trump ên di pêşerojê de kir ku tê de gotibû naxwaze hêzên Kurd tevlî şerê Îranê bibin.

Kurde pirsî ka Trump niha jî heman nêrînê diparêze yan na.

Donald Trump bersiva Rûdawê da û got: "Ez dixwazim ew dûr bikevin. Ez dixwazim ew dûr bikevin çimkî ez di wê baweriyê de me ku dê hinek pirsgirêk ji wan re pêk werin."

Serokê Amerîkayê derbarê metirsiya li ser jiyana hêzên Kurd hişyarî da û wiha peyivî:

"Ez nafikirim... mebesta min ew e ku ew dê mirinê ji bo xwe bînin. Loma ez dixwazim ew dûr bikevin."

Trump hûrguliyên rizgarkirina pîlotê Amerîkî eşkere kirin û ultîmatomeke tund da Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump, hûrguliyên operasyona rizgarkirina pîlotê firokeya F-15ê ya ku li nav axa Îranê hatibû xistin, eşkere kirin.

Trump hişyariyeke pir tund da Tehranê û got,"Dibe ku tevahiya welat [Îran] di şevekê de were rûxandin û ew şev jî dibe ku sibe şev be."

"7 saetên dojehê: Bi 21 balafiran em ketin Îranê"

Donald Trump di konferanseke rojnamegerî ya li Koşka Spî de cara ewil hûrguliyên leşkerî yên operasyonê parve kirin.

Trump diyar kir ku ji bo rizgarkirina tenê leşkerîekî, hêzeke asmanî ya qerase hatiye amadekirin.

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Artêşa Amerîkayê ti carî leşkerên xwe li paş xwe nahêle.

Di vê operasyonê de 21 balafirên me ketin qada asmanî ya Îranê. Operasyon tam 7 saetan ajot û hêzên me di bin gulebarana giran de bûn."

Trump bal kişand ser wêrekiya pîlotê Amerîkî û di berdewamiyê jî de got: "Pîlotê me pir wêrek bû. Ew birîndar bû û xwîn jê diçû lê ji bo ku dîl neyê girtin bi çiyê de hilkişiya.

Me hêzên Îranê xapandin û berê wan da deverên din. Di encamê de, bêyî ku em ti windahiyekê bidin, me axa Îranê terikand. Ev operasyoneke bêhampa bû."

🔴 Donald Trump ji Rûdawê re got:

🗨️Ez naxwazim Kurd herin nav Îranê pic.twitter.com/IlHEf3NfAz

— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 6, 2026

Tîma Maduro li Îranê jî li ser kar bû

Trump eşkere kir ku ew tîma taybet a ku ev operasyon pêk aniye, heman tîma bijarte ye ya ku berê li Venezuelayê operasyon li dijî Nicolas Maduro birêve biribûn.

Donald Trump got, "Di welatekî wekî Îranê de tenê em dikarin vî karî bikin û me kir jî."

Her wiha Trump di bersiva rojnamegerekî de li ser Kurdan got: "Peywendiyên me yên kevnar bi Kurdan re hene."

Ultîmatoma 24 saetan: Dibe ku Îran were rûxandin

Serokê Amerîkayê diyar kir ku di destê Îranê de tenê du bijarde hene. Trump got, "Heta sibe şev (bi dema Washingtonê saet 20:00an) mohleta wan heye ku li hev bikin.

Eger rêkeftin pêk neyê, planeke me heye; heta sibe şev saet 12:00an dê li Îranê hemû pir werin hilweşandin û hemû stasyonên elektrîkê ji kar bikevin û êdî tu carî neyên bikaranîn."

Daxuyaniyên berpirsên CIA û Wezareta Şer

Di dema konferansê de Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe û Wezîrê Şer Pete Hegseth jî axivîn:

John Ratcliffe, got, "Pîlot ji bo Îraniyan nediyar bû lê ji bo me na. Me cihê wî dizanî û me ew rizgar kir."

Pete Hegseth jî got, "Leşkerê me yê ku di şikeftekê de xwe veşartibû, me ew dît û me ew rizgar kir. Her kesê ku nêzîkî pîlotê me bibûya, me dê agir bi ser wan de bibaranda."

General Dan Caine jî got, "Operasyona me ya ji bo vegerandina her du pîlotên me bi silametî bû."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên