کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw

Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Yên ku destê wan di xwîna gelê me de hebe dê bên cezakirin

RÛDAW

RÛDAW

07-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW07-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, çendîn car in bêyî sedem û hincet êriş li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û got, “Lê bêguman, yê ku destê wî bi xwîna gelê me sor be, zû yan dereng dê bigihîje cezayê xwe.”

Mesrûr Barzanî li ser êrişan got, "Mixabin hikûmeta Îraqê heta niha ji bo rawestandina êrişên li ser Herêma Kurdistanê ti gava pratîkî neavêtiye."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Mûsa Enwer û hevjîna Mijde Esedê bû ku berdestê sibê îro di êrişeke dronan de şehîd ketibûn.

Mesrûr Barzanî li wir kongreyeke rojnamegeriyê li dar xist û careke din êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, "Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye."

Li ser helwesta civaka navneteweyî jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan piştgiriya xwe ji bo xelkê bêguneh ê Kurdistanê ducare kiriye û wiha pê de çû:

"Em hêvîdar in ku em karibin sînorekî ji bo van êrişên li ser Herêma Kurdistanê deynin, lê berpirsyariya mezin li ser hikûmeta Îraqê ye."

Di bersiva pirsekê de ya derbarê qerebûkirina şehîdan, Mesrûr Barzanî got:

"Bi ti awayî xwîna şehîdan nayê qerebûkirin, tenê bi azadiya Kurdistanê nebe.

Lê yê ku zerera madî dîtiye, em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo qerebûkirina zererên wan ên madî çi ji destê me bê em dê bikin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên