کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Almaz Romî: Ji bo avakirina Kobaniyê me bi Helebê re li hev kiriye

RÛDAW

RÛDAW

09-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya nû ya îdarî li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û Şaredara Kobaniyê îro dest bi kar kir.

Birêvebira Şaredariya Kobaniyê Almaz Romî di bultena Rûdawê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da û nexşerêya xebatên xwe eşkere kir.

Budçeyeke taybet ji bo Kobaniyê

Almaz Romiyê diyar kir ku ji bo nûkirina binesaziya bajêr wan gavên giring avêtine.

Almazê derbarê hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Sûriyeyê de agahiyên nû dan û got:

"Me berî sê rojan bi Parêzgarê Helebê re civînek pêk anî. Me hûrguliyên wêraniya li Kobaniyê û hewcedariyên lezgîn ên xelkê pêşkêş kirin.

Parêzgar soz da ku ji bo projeyên şaredariyê budceyeke taybet were veqetandin. Niha tîma me ya pispor li ser nexşerêya nû ya bajêr dixebite."

Pirsgirêkên av, elektrîk û rêyan

Dilbixwîn Dara pirsî ka kîjan xizmetguzarî di serî de ne.

Almaz Romiyê destnîşan kir ku bajar ji aliyê binesaziyê ve gelekî li paş maye û wiha got, "Pirsgirêka av, elektrîk û rêyan barê giranê ser milê me ye.

Pêvajoya tespîtkirina ziyanên li binesaziyê niha didome. Me tîmeke ji kesên xwedî-ezmûn wekî Ehmed Şêxo, Mihemed Remî, Mislim Dimelî û Narînê amade kiriye da ku em van pirsgirêkan bi lez çareser bikin."

"Nasnameya Kurdî nayê guhertin"

Yek ji pirsên giring ên Dilbixwîn Dara li ser parastina çand û nasnameya Kurdan a li saziyên bajêr bû.

Şaredara Kobaniyê li ser vê mijarê helwesteke zelal nîşan da û got: "Kobanî bajarekî Kurdî ye. Em dê rê nedin ku nasname û navên Kurdî werin guhertin.

Tabelayên şaredariyê yên bi Kurdî dê li cihê xwe bimînin û mîrateya vî bajarî dê were parastin."

Almazê di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew tenê ji bo xizmetkirina gelê xwe li ser wî kursî rûniştiye û amade ye bi hemû saziyan re ji bo berjewendiya Kobaniyê hevkariyê bike.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên