کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Wezareta Karên Navxwe: Hemû êrişên dronî yên şeva borî hatin têkbirin

RÛDAW

RÛDAW

10-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW10-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva borî di demên cuda de bi dronan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû êriş hatine têkbirin û dron hatine bêbandorkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:

"Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgiriya aştî û aramiyê bûye.

Di vê pêvajoyê de em nebûne beşek ji şer û aloziyê û em dê nebin jî.

Tevî ku li herêmê agirbest hatiye ragihandin jî, şeva pêncşemê di demên cuda de bi dronan êrişî gelek cihên Herêma Kurdistanê hatiye kirin."

Wezaretê li ser cihê êrişan ti hûrgilî belav nekirin lê anî ziman, "Hemû êrişên şeva borî hatin bipaşvedan û dron hatin xistin."

Banga rawestandina êrişan

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn:

"Di demekê de ku Herêma Kurdistanê û welatî li benda asayîbûna rewşê ne, mixabin terorîst û komên niyetxerab derxistina aloziyan didomînin."

Wezaretê ragihand ku ev kom nikarin rê li ber aramî û bipêşketina Herêma Kurdistanê bigirin.

Wezaretê her wiha da zanîn, "Em careke din tekez dikin ku em li dû aştî û aramiyê ne.

Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku van êrişan rawestînin."

Her wiha hat xwestin ku ew alî dest ji armancgirtina ewlehiya Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurd berdin.

Amara êrişan

Li gorî şopandinên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi 707 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de ji bilî zererên madî, 17 kesan canê xwe ji dest da û 92 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên