کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Vegera Efrîniyan didome: 'Ez diçim cinetê'

Vîviyan Fetah

Vîviyan Fetah

14-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah14-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 800 malbatên koçber ên Efrînî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.

Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, îro karwanekî nû yê koçberên Efrînî ku ji 800 malbatan pêk tê çû Efrînê.

Berê sibehê zû ye, barê koçberiyê yê bi salan êdî ji milê wan dikeve.

"Ez diçim cinetê"

Ne rojek û ne du roj, 8 sal û du meh in ku ew koçber in.

Hecî Tariyê 50 salî roj û saet hejmartine û niha bi cil û bergên neteweyî vedigere Efrîna xwe.

Koçberê Efrînî Hecî Tarî got, “Miletê me li vir, li Efrînê û li Ewropayê raneketiye. Em kêfxweş in, înşalah dê hemû miletê me bi xêr û silamet vegere Efrînê.”

Bavê wî Bavê Seîd jî li paşiya otomobîlê rûniştiye û bi kelecana vegerê dibêje, "Ez diçim hecê. Ez niha diçim hecê, ez diçim cinetê.”

Rêyeke dûr û dirêj li pêşiya wan e. Wan ji Qamişloyê da rê û dê hîn 500 kîlometreyan biçin lê ev ne xem e, Efrîn hêja ye.

200 dolar dan Erebên hawirde

Welatiyekî din dibêje heta wî pere nedane, wî kesê Ereb ê hawirde yê ji Xûteya Şamê xaniyê wan vala nekiriye.

Koçberê Efrînî Edhem Çawîş diyar kir, “Me pere ji wan re şand, ew derket. Keça me li wir ji me re xanî çêkir.

Heta me pere neda wan, dernediketin. Me 200 dolar da wan. Wan kel û pelên me birine.”

Zarokên ku hîn Efrîn bi çavên xwe nedîtine û li koçberiyê ji dayîk bûne jî, hest bi vê vegerê dikin. Şîrê dê helal e.

Efrîniyan kel û pelên xwe birine lê ne alaya niştiman ne jî zeytûnên welatekî avakirî li pey xwe hiştine.

Hezar û 600 malbat vegeriyane

Ji 10 hezar malbatên Efrînî yên ku li bajarên parêzgeha Hisîçayê dimînin, heta niha bi sê karwanan hezar û 600 malbat vegeriyane.

Malbatên din jî li benda dora xwe ne da ku vegerin ser xaka xwe.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên