کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li ‘Lalişa Biçûk’ coşa Çarşema Sor: Bi hezaran kes li Kiwêxê kom bûn

Abdulselam Akinci

Abdulselam Akinci

16-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Abdulselam Akinci
Abdulselam Akinci16-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Şirnex (Rûdaw) - Kurdên Êzidî yên ji Ewropa û gelek welatên cîhanê, ji bo pîrozkirina Cejna Çarşema Sor berê xwe da gundê Kiwêxê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê.

Ji ber ku îsal li Lalişê pîrozbahiyên fermî tune bûn, bi hezaran kes li Kiwêx, Wêranşara Rihayê û gundên Êzidiyan ên li Midyada Mêrdînê kom bûn.

Wateya pîroz a Çarşema Sor

Li gorî baweriya Êzdayetiyê, afirandina gerdûnê di vê rojê de temam bûye, Melekê Tawis daketiye rûyê erdê û li gel vejîna xwezayê, jiyana mirovahiyê jî di vê rojê de dest pê kiriye.

Ji ber vê yekê, di baweriya Êzidiyan de meha nîsanê wekî "bûka salê" û dema herî pîroz tê qebûlkirin.

Kiwêx: Lalişa Biçûk a ku şên dibe

Kiwêx gundekî Êzidiyan ê hezar salî ye û wekî "Lalişa Biçûk" tê naskirin.

Ev gund ji salên 90î ve ji ber şer û aloziyan vala mabû lê niha hêdî hêdî vegerê dest pê kiriye.

Êzidî dixwazin gundê xwe yê ku berê neçar mabûn biterikînin, ji nû ve avadan bikin.

Kevneşopiya pêkvejiyanê

Pîrozbahiya îsal tenê bi Êzidiyan sînordar nema. Bi hezaran Kurdên Misilman, Ereb, Tirk û Xiristiyan ji bo parvekirina vê coşê gihîştin Kiwêxê.

Welatiyên Misilman ên ku beşdarî cejnê bûn, diyar kir ku Êzidî birayên wan in û ew bi vê pêkvejiyanê serbilind in.

Astengiyên li pêşiya vegerê

Tevî daxwaza mezin a vegerê jî, hîn hinek fikar hene. Serokê Encumena Akademîsyenên Êzidî Îbrahîm Kuş bal kişand ser mijara ewlehiyê û got, "Ji bo ku mirov bikaribe bêje ewlehî çêbûye û bi dilrihetî li gundê xwe bijî, divê ew baweriya parastinê bi temamî çêbibe lê ev yek hîn bi temamî pêk nehatiye."

Mixtarê gundê Kiwêxê Necat Akçay jî hêviyên xwe yên ji bo paşerojê wiha anîn zimên:

"Ji ber pirsgirêkan em çûn Ewropayê lê înşalah em dê di demên paşerojê de gundê xwe bikin cineta Xwedê û ji Parîsê jî xweştir bikin."

Pîrozbahiya li Kiwêxa dîrokî, bi govendên mil bi mil ên Êzidî, Misilman û Xiristiyanên deverê bi dawî bû.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên