کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dîmenê êrişên li Hewlêrê\ Wêne: Rûdaw Arşîv

Dîmenê êrişên li Hewlêrê\ Wêne: Rûdaw Arşîv

Kurdistan

809 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin: 20 şehîd û 123 birîndar hene

RÛDAW

RÛDAW

25-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Medya û Agahdariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê yê 28ê Sibatê ve, 809 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di daxuyaniya fermî ya hikûmetê de wiha hat gotin:

"Amarên êrişan ji 28ê Sibatê heta 20ê Nîsanê hatine tomarkirin. Herêma Kurdistanê di rêza yekem a wan welatan de ye ku ne beşek in ji şer lê tevî bêalîbûnê jî herî zêde zerera canî û madî dîtine."

Li gorî amarên hikûmetê, ji ber van êrişan 20 kes şehîd ketine û 123 kes jî birîndar bûne.

Her wiha bi sedan welatî ji ber zererên li ser mal, kargeh û otomobîlên xwe ziyanmend bûne.

Amarên êrişan li gorî parêzgehan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrguliyên êrişan bi vî rengî eşkere kirin:

Parêzgeha Hewlêrê: 477 êriş hatine kirin. Di van êrişan de 419 dron û 58 mûşek hatine bikaranîn.

Di encamê de 10 şehîd û 83 birîndar hene. Her wiha 726 welatî ji ber xisarên li ser mal, xanî, otomobîl û kargehên xwe zerer dîtine.

Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê: 235 êriş hatine kirin. 194 dron û 41 mûşek hatine bikaranîn.

Di encamê de 3 şehîd û 6 birîndar hene. Di nava 24 êrişên li ser herêmên sivîl de, bi dehan welatî ziyanmend bûne.

Parêzgeha Dihokê: 29 êriş hatine kirin û di hemûyan de 29 dron hatine bikaranîn. Zêdetirî 13 caran êrişî şirketên sektora taybet hatiye kirin û zerer gihîştiye malên welatiyan.

Îdareya Serbixwe ya Soranê: 68 êriş hatine kirin. 59 dron û 9 mûşek hatine bikaranîn. Di encamê de 7 şehîd û 34 birîndar hene. Mal û kargehên 35 welatiyan zerer dîtine.

Li gorî rapora giştî ya hikûmetê, di navbera 28ê Sibatê û 20ê Nîsanê de bi giştî 701 dron û 108 mûşek li dijî Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn.

Di encama van 809 êrişan de bîlançoya qurbaniyan gihîşt 20 şehîd û 123 birîndaran.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên