کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Miroslaw Wachowski û Mesrûr Barzanî / Wêne: Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Miroslaw Wachowski û Mesrûr Barzanî / Wêne: Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Kurdistan

Balyozê Vatîkanê: Kurdistan di dilê Papa de ye

RÛDAW

RÛDAW

13-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski got, “Kurdistan di dilê Papa de ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski qebûl kir.

Mesrûr Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li balyozê nû kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Miroslaw Wachowski re hêviya serkeftinê xwest.

Her wiha wî tekez kir ku dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî hemû piştgiriya xwe pêşkêş bike.

“Kurdistan di dilê Papa de ye”

Balyozê Vatîkanê li ser navê Qedaseta Papa spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Wachowski ji ber piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parastina mafên Xiristiyanan û hemû pêkhateyan minetdariya xwe anî zimên.

Wî her wiha bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di bipêşketina çanda bihevrejiyana aştiyane de.

Balyozê Vatîkanê diyar kir ku Kurdistan di dilê Qedaseta Papa de ye û ew her dem ji bo bi pêşketin, xêr û aştiya Kurdistanê dia dike.

Avakirina hikûmeta Îraqê

Di beşeke din a hevdîtinê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha dan û standinên li ser avakirina kabîneya nû Îraqê jî hatin nirxandin.

Pirsên