کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Wanê sempozyuma zimanê Kurdî: Daxwaza perwerde û statuyê hat kirin

Abdulselam Akinci

Abdulselam Akinci

17-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Abdulselam Akinci
Abdulselam Akinci17-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Wan (Rûdaw) – Li Wanê sempozyuma zimanê Kurdî hat lidarxistin û beşdaran ji bo zimanê Kurdî daxwaza perwerde û statuyê kir.

Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî sempozyumeke berfireh li dar xist.

Ji Hewlêrê, Silêmaniyê, Qamişloyê, Amedê, Wanê û çendîn bajarên din zimannas, akademîsyen û weşanger beşdarî sempozyumê bûn.

Wan li ser rewşa Kurdî, metirsiya asîmîlasyonê û pêşîgirtina li jinavçûna zimanê Kurdî gotûbêj kir.

Beşdaran daxwaz kir ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statu.

"Mijara me perwerdeya bi Kurdî ye"

Hevserokê Şaxa Egitim Senê ya Wanê Lokman Babat li ser naveroka sempozyumê axivî û got:

"Mijara me ya îsal rewşa Kurdî ya li Kurdistanê, axaftina bi Kurdî û perwerdeya bi Kurdî ye."

Stratejiyên nû û hişê çêkirî

Pisporan di gotarên xwe de ji bo bipêşketina Kurdî behsa stratejiyên nû kir.

Mamosteyê Zanîngeha Cîhanê ya Silêmaniyê Îbad Rûhî destnîşan kir ku divê Kurdî di nivîsînê de xerîb nemîne û got:

"Heke ji aliyê desthilatan ve rê neyê dayîn jî em dikarin li torên civakî, rûpelan û di hişê çêkirî de danegehan çêbikin. Bi vî awayî em dikarin zimanê xwe biparêzin."

"Parastina ziman parastina milet e"

Beşdarê sempozyumê Azad Weledbegî bal kişand ser nasnameyê û anî zimên:

"Pêwendiya zimanê Kurdî bi nasnameya neteweyî re heye. Parastina ziman, parastina çand û dîroka milet e."

Nivîskar Samî Hezîl jî li ser rewşa Bakurê Kurdistanê rawestiya û wiha got:

"Ji bo Bakur ez dibêjim divê statuya ziman hebe.

Li gorî wê jî divê saziyên ziman werin peywirdarkirin da ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê."

"Divê li her saziyê were axaftin"

Axêver Serhat Temel jî diyar kir ku heke ziman di jiyana rojane de neyê bikaranîn dê winda bibe û wiha domand:

“Belkî em nikarin behsa çarenûsekê bikin lê divê ziman li her derî û li her saziyê were axaftin."

Gotarên sempozyumê dê wekî pirtûkekê werin çapkirin.

Di van gotaran de bi taybetî li ser metirsiya asîmîlasyonê û lawazbûna bikaranîna ziman di nava nifşên nû de hişyarî hatin dayîn.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên