کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ciwanên Kurd ên ku Îranê ew daleqandine / Wêne: Rûdaw Grafîk

Ciwanên Kurd ên ku Îranê ew daleqandine / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd daleqandin

RÛDAW

RÛDAW

21-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW21-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata dadwerî ya Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd bi tohmeta endamtiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdam kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya desthilata dadweriyê ya Îranê (Mîzan) îro nûçeya bidarvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Ramîn Zile û Kerîm Merûfpûr belav kir.

Li gorî Mîzanê, ew girtî bi tohmeta endamtiya "komên cudaxwaz" (mebest partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne) hatine îdamkirin.

Mîzanê nûçe bi rengê, "Piştî derbaskirina qonaxên yasayî ya ji aliyê Dîwana Bilind a welêt ve, cezayê îdamê li Ramîn Zile û Kerîm Merufpur hat birîn" da.

Li gorî ajansê, cezayê wan her du kesan vê sibehê hatiye bicihanîn lê li ser cihê îdamê ti agahî nehatine dayîn.

Ramîn û Kerîm kî ne?

Ramîn Zile Kurd e û ji Nexedeyê ye. Ji aliyê lîwaya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta "bexî"yê (serhildan) ya bi rêya "endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î)" cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an cezayê Ramîn bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Kerîm Merûfpûr jî Kurd e, 29 salî ye û ew jî ji Nexedeyê ye.

Ji aliyê lîwaya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta "bexî"yê ya bi rêya "endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran" cezayê îdamê li wî jî hatibû birîn.

Kerîm 23yê Adara 2021ê li Serdeştê hatibû girtin û 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an cezayê wî bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Zêdebûna îdamên li Îranê

Li Îranê ji destpêka meha Adarê ve herî kêm 27 kes bi hincetên wekî "têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê, têkdana ewlehiya neteweyî û hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê re" hatine îdamkirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên