کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bacanên sor jê dikin / Wêne: Rûdaw-Arşîv

Bacanên sor jê dikin / Wêne: Rûdaw-Arşîv

Kurdistan

Herêma Kurdistanê di hilberîna şînahiyan de gihiştiye asta xwebesiyê

RÛDAW

RÛDAW

24-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê di hilberîna gelek cureyên şînahiyan de gihiştiye asta xwebesiyê û êdî pêdiviya wê bi kirîna wan berheman nemaye.

Serperiştê Hala Sebze û Fêkî ya Hewlêrê Dana Ezîz ji Rûdawê re eşkere kir ku kartol, pîvaz, xeyar, tirozî, kundir, beqliyat, kelem, brokolî, marol û kelerimên (qirnebît) xwemalî gihane.

Dana Ezîz destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hilberîna navxweyî, ji bo van berheman ti pêdiviya wan bi hawirdêkirinê (kirîna ji derve) nemaye.

Dana Ezîz li ser bihayê berhemên xwemalî yên li Hala Hewlêrê ev amar parve kirin:

-          Kîloya kartolan di navbera 500-750 dînaran, pîvaz 400-650 dînaran, xeyar 500-900 dînaran û kundir jî di navbera 250-600 dînaran de ye.

-          Her wiha beqle bi 450-850 dînaran, kelem bi 300-500 dînaran, marol bi 250-450 dînaran û kelerim jî bi 450-800 dînaran tên firotin.

Dana Ezîz li ser rewşa bacanên sor (firengî) jî anî zimên ku firingiyên xwemalî yên serayan gihane lê hîn têra bazarê nakin.

Ji ber vê yekê firengî ji parêzgehên din ên Îraqê tên û bihayê kîloya wan di navbera 350-500 dînaran de ye.

Wî diyar kir ku di vê demsalê de tenê di fêkî (meywe) de pêdiviya Herêma Kurdistanê bi hawirdêkirinê heye.

Li Silêmaniyê jî hilberîn zêde ye

Berdevkê Hala Silêmaniyê Hacî Eta Mihemed jî ji Rûdawê re ragihand ku di pîvaz, xeyar, tirozî, beqle û keleriman de gihiştine asta xwebesiyê.

Hacî Eta Mihemed eşkere kir ku fêkiyên wekî qeysî û gîlazan gihiştine lê hîn têra bazarê nakin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên