Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê ya Hewlêrê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwazî kir.
Konsulxaneya Îtalyayê bi rêya hesabê xwe yê fermî yê torên civakî nûçeya pêşwazîkirinê ragihand.
Her wiha wêneyên Mezlûm Ebdî yên li gel konsul û endamên şandeya dîplomatîk a Îtalyayê belav kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Konsulê Îtalyayê destnîşan kir ku welatê wî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, aram û yekgirtî piştgiriyê dide berdewamiya diyalogê.
Hat diyarkirin ku divê di wê Sûriyeyê de mafên hemû pêkhateyên neteweyî û dînî bi temamî werin naskirin û rêz li wan bê girtin.
“Em piştgiriyê didin diyalogê”
Rûpela fermî ya Konsulxaneya Îtalyayê ya li Hewlêrê li ser pêşwazîkirinê wiha got:
"Ez bi bixêrhatina Fermandar Mezlûm Ebdî, serkirdeyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê yê li Sûriyeyê kêfxweş bûm.
Îtalya piştgiriyê dide diyalogên ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, aram û yekgirtî didomin.
Divê mafên hemû komên neteweyî û dînî bi temamî werin naskirin û rêz li wan bê girtin."
