Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dalahoyê ya parêzgeha Kirmaşanê, di êrişeke hêzên ewlehiyê yên Îranê ya li ser malekê de 2 bira hatin kuştin.
Çavkaniyekî ji parêzgeha Kirmaşanê ji Rûdawê re ragihand ku vê sibehê hêzeke ewlehiyê çûye gundê Qela Kaweşê yê navçeya Dalahoyê û gule li malekê reşandine.
Li gorî agahiyên destpêkê, 2 birayên bi navên Meysam Weysî û Mucteba Weysî hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li ser kuştina her du birayan diyar kir ku Meysam û Mucteba Weysî Kurdên Yarsan in û şêniyên taxa Deredrêjê ya Kirmaşanê ne.
Piştî xwenîşandanên meha Kanûna Paşîn a 2025an, her du bira ji tirsa desteserkirinê bi dizî dijiyan.
Li gorî Hengawê, her du birayan di birêxistin û beşdariya xwenîşandanên li taxa Deredrêjê de rol lîstiye.
Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku her du bira demek e li gundê Qela Kaweşê li mala hevalekî xwe bi dizî dijiyan.
Vê sibehê hêzeke ewlehiyê çûye gund û bêyî hişyariya pêşwext gule li cihê mana wan reşandine û di encamê de her du bira mirine.
Derbarê xwediyê malê yê bi navê Ferşad Hatemîpûr ti agahî nînin.
Mucteba Weysî 5ê Adara 2024an, dema ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê li parkeke Kirmaşanê amadehî dikir hatibû desteserkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê ragihand ku Mucteba piştî 24 rojan bi dayîna 700 milyon tumenî hatibû berdan.
Meysam Weysî jî berê çend caran bi tohmeta beşdariya xwenîşandanên li taxa Deredrêjê ya Kirmaşanê hatibû desteserkirin û lêpirsîn li ser hatibû kirin.
Mucteba Weysî di peyameke dengî de ku ji bo hevalekî xwe yê li derveyî welêt şandiye dibêje:
“Erkê ser milê me hemûyan e ku em ji bo netewe û nasnameya xwe şer bikin ku bi salan e her tiştê me di nav Fars û Îraniyan de hatiye helandin.
Divê her mirovekî azad di vê rêyê de têbikoşe.”
Heta niha aliyên fermî yên parêzgeha Kirmaşanê li ser kuştina her du birayan ti daxuyanî nedane.
.jpg&w=3840&q=75)