Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golanê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de yek jê pitik 3 kes mirin û 2 jê zarok 5 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla ku Veysel C. (45) diajot, şeva borî li ser rêya Mereş û Semsûrê, li nêzîkî çerxerêya bajarokê Belorenê li otomobîla Serkan S. (27) qelibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên agirvemirandinê ew kesên ku di nav otomobîlan de asê mabûn derxistin.
Şofêrên birîndar û Aysel C. (39), Muhammed Burak C. (14), Emîr Mîrza C. (12), Eymen Mîrza C. (8), Denîz Yaren C. (1) û Buse K. (24) bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên Semsûr û Mereşê.
Ji birîndaran Aysel C. û zarokên wê Muhammed Burak C. û Denîz Yaren C. tevî hemû hewldanên bijîşkan jî mirin.
