Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî piştî nîqaşekê hevjîna xwe bi çekê kuşt.
Bûyer li taxa Dogukentê, di sîteyeke li ser Cadeya Prof. Dr. Nacî Gorur de qewimî.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di navbera Murat Ç. û hevjîna wî Derya Ç.yê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Dema ku nîqaş mezin bû, Murat Ç. demançeya xwe derxist û gule li hevjîna xwe reşandin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînê diyar kir ku Derya Ç. li cihê bûyerê miriye.
Piştî ku dozgerê komarê li cihê bûyerê lêkolînên xwe temam kirin, termê Derya Ç.yê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
Murat Ç. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
