Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna zêdetirî 48 saetan a di ser windabûna zarokekî 4 salî yê li qûntara Qendîlê re agahiyên nû nîşan didin ku zarok hatiye dîtin û silamet e.
Dema ku guman li ser hebûna "pirsgirêkeke civakî" çêbû, niha dayîk û bavê zarok ji aliyê asayîşê ve hatine girtin.
Nûçegihanê Rûdawê Ebubekir Îsmaîl li ser pêşhatên dawî yên bûyerê ragihand:
"Agahiyên destpêkê qala wê yekê dikin ku Yad Serbazê 4 salî yê ku ji pişt nîvroja roja pêncşemê ve li gundê Êndizê winda bûbû, niha silamet e.
Ew li cem malbateke nêzîkî xwe ye lê hîn radestî xizmên wî nehatiye kirin."
Dê û bav hatin desteserkirin
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, hêzên ewlehiyê guman biriye ser awayê windabûna zarok.
Çimkî li wî cihê ku zarok lê winda bûye, ne çemekî mezin heye û ne jî çiyayekî dijwar ku zarokekî 4 salî lê winda bibe.
Ji ber vê yekê, Asayîşa Raperînê bangî dayîk û bavê zarok kir û ew niha ji bo lêpirsînê hatine desteserkirin.
Pirsgirêkeke civakî
Nûçegihanê Rûdawê destnîşan kir ku îhtimal heye ev bûyer bi "pirsgirêkeke civakî" ve girêdayî be.
Tê texmînkirin ku windabûn tenê ji bo tirsandina malbatê hatibe kirin.
Berê Hevserokê Şaredariya Binara Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Rûdawê re ragihandibû ku Yad li Hewlêrê dijî û ji bo serdana mala bapîrê xwe çûye gundê Êndizê.
Piştî windabûna wî, gelek kesan li devera Balekayetiyê û qûntara Qendîlê lê geriya lê heta gihîştina agahiyên nû ti şop bi dest nexistibûn.
.webp&w=3840&q=75)