Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket.
Berpirsê Soranê diyar kir ku ti zerer û ziyanên canî nînin.
Dron îro li gundê Bapiştyanê yê Îdareya Serbixwe ya Soranê bi ser mala welatiyekî de ket.
Berpirsê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Dron bi ser mala welatiyekî de ket û ti zerer û ziyanên canî nînin.
Ne diyar e ku dron ji kû ve hatiye avêtin."
Zêdetirî 850 êrişî
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi zêdetirî 850 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Zêdetirî 70 dron û mûşekan ji wan piştî agirbesta di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bûne.
