Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rûksan Mihemed ragihand ku ew naxwazin bibin hêzeke asayîşê û ew dixwazin wekî hêzeke leşkerî ya jinan di nav Artêşa Sûriyeyê de cih bigirin.
Wê diyar kir ku eger hikûmeta Şamê wan qebûl neke jî ew dê hebûna xwe biparêzin.
Berdevka YPJyê Rûksan Mihemed bû mêhvana bultena Rojava û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Rûksan Mihemed li ser paşeroja hêzên wan û hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê re axivî.
"Paşeroja YPJyê zelal e"
Rûksan Mihemed li ser pirsa pêşeroja YPJyê destnîşan kir ku paşeroja wan zelal e û bi qebûlkirina hikûmetê ve ne girêdayî ye.
Wê anî ziman ku YPJ ji nav gel derketiye û qebûlkirina gel ji bo wan nirxê herî pîroz e.
Rûksan Mihemedê tekez kir ku ew dê têkoşîna xwe bidomînin, maf û hebûna xwe wekî YPJyê biparêzin.
"Mafê me ye ku em di nav artêşê de bin"
Rûksan Mihemedê diyar kir ku mafekî wan ê rewa ye ku wekî jin hêzeke wan a leşkerî hebe.
Wê da zanîn ku bi salan e wan xwe bi rêxistin kiriye û di her warî de xwe îspat kiriye.
Rûksan Mihemedê li ser pirsa "Hûn çima naxwazin bibin hêzeke asayîşê?" eşkere kir ku jixwe hêzên asayîşê hene û karê xwe dikin.
Rûksan Mihemedê anî zimên ku ew artêşek in û dixwazin wekî hêzeke jinan di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih bigirin.
"Zihniyeta wan jinan qebûl nake"
Berdevka YPJyê derbarê helwesta hikûmeta Sûriyeyê de da zanîn ku zihniyeta Şamê hebûna jinan di nav artêşê de qebûl nake.
Wê destnîşan kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê di hemû qadan de pêşengî kiriye û bûne mînak ji bo hemû jinên cîhanê.
Rûksan Mihemedê di dawiyê de tekez kir ku eger hikûmet wan qebûl neke jî ew dê li herêma xwe bimînin û hebûna xwe biparêzin.